Mesrûr Barzanî: Ji kerta taybet daxwaz dikim bo bikarxistin û delîveya kar giringîyê bidin xortên Kurdistanê
Evro, Sêşembîyê Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê li gel hejmareka weberhênerên Herêma Kurdistanê civîya.
K24- Hewlêr
Evro, Sêşembîyê Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê li gel hejmareka weberhênerên Herêma Kurdistanê civîya.
Di wê civînê de, ku Qubad Talebanî, cêgitê serokê hikumeta Herêma Kurdistanê amade bibû, gotûbêj hat kirin derbarê karname ya kabîneya nehem, taybet bi zêdekirina weberhînan û pêşxistina abûrîya Herêma Kurdistanê.
Serok û cêgirê serokê hikumetê, diltenahî da weberhêneran ku hikumeta Herêma Kurdistanê piştevan û rêxweşker dibe bo piroseya weberhînanê û nehêştina rotînê di dezgehên hikumetê de.
Serokê hikumetê tekez li ser wê yekê kir, ku armanca wan ewe zemîneyeka baştir bo weberhînanê di tevaya kertan de durist bikin û sanahîkirî yên pêwîst bo weberhînerên hindûrî û derekî bikin. Got jî: Pêwîste weberhînan li gor pilaneka zanistî û pêdawîstî yên Herêma Kurdistanê be û li gor berjewendîya giştî be.
Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê jî kir, ku Herêma Kurdistanê, ji alîyê maddî û mirovî ve dewlemende û delîve ya wê yekê heye bibe bingeheka bazirganîya giring li Îraqê û deverê.
Daxwaz ji kerta taybet jî kir, ku hevkarî ya hikumetê bikin di pirose ya pêşxistan abûrîyê, bikarxistin û vedîtina delîveya kar de bo xortan di kerta taybet de ku pêwîste zêdetir giringîyê bi xortên Kurdistanê bidin di delîveyên kar de.
Dûv re serokê hikumetê û cêgirê serokê hikumeta Herêma Kurdistanê bersiva pirsîyar û têbînîyên weberhêneran dan.

.jpg)
.jpg)