Hikumeta Herêma Kurdistanê masterpilana weberhînanê amade dike

Piştî ku Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê li gel hejmareka weberhênerên Herêma Kuridstanê civya û di civînê gotûbêj derbarê karnameya kabîneya 9em, taybet bi pêşxistina weberhênan û geşepêdana aborî a herêma Kurdistanê hat kirin, serokê Dîwana Civata wezîran dibêje: Çend pirojeyên giringên abûrî li ber destê hikumetê ne.

K24- Hewlêr

Di hevpeyvîneka taybet de bo Kurdistan 24, Ûmêd Sebah, serokê dîwana serokatî ya Civata Wezîran got: hikumet mijûlî  danana master pilana weberhînanê ye û li gel evê yekê jî sê pirojeyên giringên abûrî li ber deste, ku pêkhatîye ji hevpişkî di navbera kerta taybet û giştî de, hevwarkirina yasaya weberhînanê û piroje yasaya berhema xwemalî.

 Weberhînerk jî dibêje: Ev pêngava hikumetê, herêma Kurdistanê rizgar dike ji dest abûrîya ku tenê pişta xwe bi petrolê girê dide.

Li gor wan lêkolînên ku desteya weberhînanê li Herêma Kurdistanê encam daye, Herêma Kurdistnê dikare %63 dahat a xwe ji kertên çandinê, pîşesazî û geştyarî bidest bihîne, ev jî eger weberhînanên berfireh di wan kertan de bihêt kirin.