Tirkiye hêzên zêdetir dişîne Girê Sipî
Tirkiyê hêzên zêdetir şandîye bajarokê Girê Sipî li Rojava ya Kurdistanê.
K24- Hewlêr
Tirkiyê hêzên zêdetir şandîye bajarokê Girê Sipî li Rojava ya Kurdistanê.
Riwangeha Sûriya ya Mafên Mirov belavkirîye, Artêşa Tirkiyê hêzeke mezin derbazî bajarokê Girê Sipî kirîye. Ew hêz hejmareka mezin ji çekdarên Dijberîya Sûriyê û serbazên Tirkiyê li gel çekên giran ji Tank û Zirêpoşan li xwe digirt.
Li gor Riwangehê, ew hêza Tirkiyê berev rojava û başûra gundewarê Girê Sipî ve çû beranber xalên belavbûna Hêzên Sûriya Demokra (HSD) û rijêma Sûriyê.