Gereka Rûsya - Tirkiye hate encamdan
Gerek Rûsya - Tirkiye li gundewarê Dirbêsiyê û Serêkaniyê hate encamdan.
K24- Hewlêr
Gerek Rûsya - Tirkiye li gundewarê Dirbêsiyê û Serêkaniyê hate encamdan.
Nûçegîhanê Kurdistan24 ragihand, ku gerek çavdêrî ya hêzên Tirkiyê û polîsên serbazî yên Rûsya birêve çû, ku ji dergehê Şêrkê li rojavayê bajarokê Dirbêsiyê destpê kir û deverên Zirganê û çend gundên din li xwe girt.
Ev 24emîn ger a çavdêrî ya hevbeş di navbeyna hêzên Tirkiye û polîsên serbazî yên Rûsyayê li rojavayê Kurdistanê ye.