Sistanî, daxwaza hilbijartinên pêşwext li Iraqê dike
Rêberê Olî yê Iraqê Elî Sistanî daxwaza hilbijartinên pêşwext dike

K24 – Navenda Nûçeyan
Rêberê Olî yê Elî Sistanî daxwaza hilbijartinên pêşwext dike.
Nûnerê Sistanî yê li Kerbela Ebdulmehdî Kerbelayî, piştî xûtbeya Îniyê “peyama siyasî” ya merciyieta olî ya Iraqê xwend.
Sistanî di peyama xwe de diyar dike, ku ev 4 neh in xwepêşandan li Iraqê berdewam in, lê hîn jî hukimetek ku bikaribe nûneratiya gelê Iraqê bike, nehatiye danîn. Ligor Sistanî, ev hukimet divê Iraqê bibe hilbijartinek pêşwext a azadane û demokrat.
Elî Sistanî herweha destnîşan dike, ku partiyê siyasî nekarîbûne liser Serokwezîrek Nû rêkbikevin û vê yekê rewşa li Iraqê aloztir kiriye.
C.B