Kerem Sevînç: Ziman jiya hunermendên Kurd bixwe ye
Hunermendê Kurd Kerem Sevînç ev 20 sal in li ser mûzîkê kar dike.
K24 – Stenbol
Hunermendê Kurd Kerem Sevînç ev 20 sal in li ser mûzîkê kar dike. 2 albûn derxistine û her du jî bi zaravayê Kurdî Zazakî ye. Ew yek ji wan hunermendan e ku hemû bala xwe daye ser zimanê Kurdî ku mastera xwe jî li serê kiriye. Ew dibêje ligel zor û zehmetiya li ser ziman û Kurdan jî, divê hûnermendên Kurd li ber xwe bidin û bê tirs li ser çand û muzîkja xwe afirandina xwe bikin. Wek hemû neteweyên cîhanê, ji ber ku ziman sedema hebûna me ye jî.
Ligel zor û zehmetiyên li ser zimanê Kurdî jî, hûnermendên Kurd rêwîtiya xwe ya di nava çand û hunerê de bi geşta stranên Kurdî berdewam dikin. Car caran stranên wan tên qedexekirin, car caran jî konsertên wan, lê ew dîsa jî venakişin. Bi ser de jî çanda Kurdî bi stranên xwe yên nû û modern rengîntir dikin û her yek dibe wek dilopekê ji bo mayîndebûna zimanê Kurdî. Kerem Sevînç jî yek ji wan hunermendan e ku bi zaravayê Kurdî Zazakî stranan çêdike. Li gorî Kerem Sevînç polîtîkaya pişaftinê ya dewletê ya li ser Kurdî, kiriye ku bandoreke mezin li ser zazakî jî bike heta roja îro.
Hunermendê Kurd Kerem Sevînç ji K24ê re got: "Herkes dizane zazakî, kirdkî yanî dimilî li ber mirinê ye û tê ji bîrkirin. Bi salan polîtîkaya pişaftinê hate meşandin li ser hemû Kurdan. Kirdkî jî dimilkî jî di bin bandora wê pişaftinê de maye."
Kerem Sevînç dibêje, tiştê herî bi zehmet Kurbûna li Tirkiyê ye lê hunermendên Kurd divê li ber xwe bidin. Dibêje: "Zehmeteke mezin e yanî jixwe Kurd bûn zehmeteke mezin e li vir li Tirkiyê. Muzîkjenî jî hîna zehmettir e. Handîkapên li dora hûnermendên Kurd gelek in."
Kerem Sevînç bi zelalî destnîşan dike ku ligel astengî û pişaftinê jî divê hûnermendên Kurd bê tirs kar bikin, ji bo zimanê xwe; Ji ber ku ziman sedema sereke ya hebûnê ye.
Kerem Sevînç diyar dike: "Wekî min got, li ser hemû Kurdan zor û zordarî û pişaftin heye. Lê divê em li berxwe bidin. Ziman gelekî giring e. Sedema vejîna jiyanê bixwe ye ziman."
Kerem Sevînç heta niha 2 albûm derxistiye û ya sêyem jî amade dike. Ew tam heyranekî mamsote Mihemed Malmisanij e ku kesê yekem yê bi şêwaza modern dest bi nivîsandina Zazakî kiriye. Kerem Sevînç dixwaze helbesteke wî ku li Stokholmê nivîsandiye bikar bîne ya bi navê Poşman. Ji bo vê jî mamoste Malmisanij wî dide ber ezmûnekê.
Kerem Sevinç nêzî 20 salan e bi muzîkê re mijûl e û ev 15 sal in jî bi tenê stranên Kurmancî, Zazakî û Ermenkî berhev dike. Wî di heman demê de nêzî 20 salan jî mamostetiya dersa cografayayê kiriye. Lîsansa xwe ya bilind jî li zanîngeha Artûklûyê li ser zimanê Kurdî temam kiriye. Li Diyarbekirê ji dayik bûye û hîna jî li wir dijî û li wir staranan hem çêdike hem jî berhev dike.