Miraz Ronî kultura Kurdî di sedsala 20an de vedikolîne

Karûbarên kulturî yên Kurdî ku li Bakurê Kurdistanê li gor rewşa konjokturela siyasî geh pêş ketiye geh paş ketiye.

K24 – Stenbol

Karûbarên kulturî yên Kurdî ku li Bakurê Kurdistanê di sedsala 20an de li gor rewşa konjokturela siyasî geh pêş ketiye geh paş ketiye. Nivîskarekî Kurd der barê mijarê de bi pirtûkekê xebateke berfireh amade kir û da zanîn tevgerên siyasî yên Kurdî bo xebatên zimanê Kurdî bûne pêşeng loma xebatên di wê serdemê de zêdetir di siya gavên siyasî de derketine pêş.

Xebatên li ser çand û zimanê Kurdî ku di sedsala 20an de bi qedexe û zextan li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dihat astengkirin heta îro di ser qonaxêncuda re derbas bûye.Di hin serdeman de zêdedi hin çaxan de jî hindik xebatên kulturî hatine kirin. Sedema vê jî rewşa siyasî ya wê çaxê şertên konjokturel tên nîşandan.

Nivîskar û lêkolîner Miraz Ronî derbarê mijarê de bi navê "Xebatên Rewşenbiriya Kurdî li Bakur" pirtûkek amade kir balê dikêşîne xebat, sazî, weşanên Kurdî yen serdemên ji sala 1900an heta 2000an. Bi nêrîna Ronî, bandora tevgerên siyasî yên wê çaxê li ser xebatên kulturî yên Kurdî gelek zêde bûye.

Nivîskar Miraz Ronî ji K24ê re got: “Xebatên heta salên 2000an hatine kirin çi komele be, çi rojname, kovar be hemû bigavên siyasî yanê bi niyetekê siyasî hatine avakirin. Di siya wê gavê de helwesteke Kurdeyatî jî heye. Helbet xwestine li ser navê Kurdî gava siyasî biavêjin lê ziman li dû wê hatiye.”

Zêdebûna kar û barên kulturî di civata Kurdan de bi taybetî bo gêncên Kurd wek nîşaneya pêşketineke netewî tê dîtin.

Xwendevanek dibêje: “Gelek caran di civata Kurdan de behsa yekîtiya Kurdan tê kirin. Lê yekîtî bi ziman dest pê dike. Divê hişmendî xwedî Kurdeyatî be û ziman Kurdî be. Dema ev çênebe, yekîtiyek hebe jî bê wate ye.”

Li gor lêkolînan çaxên serbestî û nebûna şer xwendin û nivîsandina Kurdî jî zêdetir bûye, lê di her rûdana aloziyek aborî û siyasî de kar û barên kulturî jî bipaş ketiye.