Alozîya Îdlibê wê çawa çareser bibe?
Alozîya li ser Îdlibê didomin. Tevî ku du şandeyên Rûsyayê serdana Tirkîyeyê kiribin jî hêj alî negihîştine rêkeftinekê. Lê biryar e ku îja şandeyekê payebilind yê Tirk serdana Moskowê bike. Lê piştî şer û pevçûnên li Îdlibê êdî li Tirkîyeyê hin alî dibêjin bawerî bi Rûsyayê nîne û divê Tirkîye peywendîyên xwe yên li gel Rûsyayê ji ber çavan ra derbas bike. Pispor dibêjin Tirkîye bêyî Rûsyayê nikare li Îdlibê tevbigere ji loma jî wê bi pêşnîyaz û çareserîya Rûsyayê qanih bibe.
K24- Hewlêr

Her ku diçe di navbera Tirkîye, Rûsya û rejîma Sûrîyeyê da alozîya li ser Îdlibê gurtir dibe û aktorên kurewî jî êdî helwesta xwe dîyar dikin û tevlî mijarê dibin. Tevî ku 2 şandeyên cuda yên Rûsî serdana Enqereyê kiribin jî ji hevdîtinan çareserîyekê derneket. Lê belê li gel peywendîyên diplomatik yên her du welatan êdî li Tirkîyeyê hin alî tînin ziman ku peywendîyên Enqere û Moskowê derbeyeke giran xwarîye û lazim e Tirkîye peywendîyên xwe yên li gel Rûsyayê li ber çavan ra derbas bike.
Beşekî pispor dibêjin piştî proseya Astanayê û vir ve Tirkîye û Rûsya heta niha hemû pirsgirêk û alozîyên di navbera xwe da bi rîya diyalog û gotûbêjan çareser kirîye, ji loma jî wê her du alî bigihîjin encamekê.
Dr.Hasan Oktay-Serokê KAFKASSAMê, dibêje:"Ez di vê bawerîyê da me ku wê bi rîya hevdîtinan ev kêşe bê çareserkirin. Egereke mezin Rûsya wê ji Tirkîyeyê ra bêje berpirsîyarîya xwe ya cudakirina komên terorîst û mixalîf cîbicih bike, Tirkîye jî wê qebûl bike. Her wiha wê Rûsya rejîmê kontrol bike û garantîyê bide Tirkîyê ku wê rejîm êrîşî xalên wê yên çavdêrîyê neke. Lewra Rûsya jî naxwaze ku pevçûn çêbin."
Pispor dibêjin ger Îdliba keleha dawî ya di destê opozîsyona çekdar da bi temamî bikeve bin kontrola rejîma Sûrîyeyê ev yek tê vê maneyê ku êdî politikaya Tirkîyeyê ya Sûrîyeyê ji binî ve îflas kirîye û têk çûye, ji loma jî Tirkîye bi her awayî naxwaze ku Îdlib ji dest biçe.
Omer Odemîş-Rojnameger, got:-"Heke Tirkîye tevî hebûna Rûsyayê hewl bide ku li Îdlibê operasyonekê serbazî pêk bîne wê berdêla vê yekê pir giran be. Lewra kontrola qadê di destê Rûsyayê da ye, bi taybetî jî qada asîmanî. Êdî li Îdlibê Sûrîye û Rûsya hatina qonaxa dawî ji loma jî wê operasyonên xwe berdewam bikin. Heke Tirkîye berxwe bide wê gelek tiştên xirab encam bidin."
Her wiha piştî peywendîya telefonî ya Erdogan û Pûtîn, biryar hat dayîn ku şandeyekê Tirk ku ji wezîrê derve û wezîrê bergirîyê pêk tê di rojên bê da serdana Moskowê bike û li gel şandeya Rûsî li ser îhtimala agirbestê gotûbêj bikin.