PSK û PAKê 95. salvegera serhildana Şêx seîd bibîr anî
Serhildan ji bo parastin û bidestxistina maf û azadiyên gelê Kurd û azadiya Kurdistanê hatiye destpêkirin.
K24 – Diyarbekir
Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) û Partiya Azadiya Kurdistan (PAK) di 95. Salvegera serhildana Şêx Seîd de, bi nivîskar û lêkolînêrên Kurd re, panelek li dar xist. Di panelê de belgeyên ku di der heqê serhildanê de, agahiyan didin hatin berhev anîn û bal hat kişandin ku serhildana Şêx Seîd, birêxistin û şexsiyetên neteweyî yên Kurd re, bi mebesta damezrandina Kurdistaneke serbixwe hatiye destpêkirin.
Serhiladana 1925'an ku bi pêşengiya Şêx Seîd Efendî, hatibû lidarxistin, bi panelekê di 95. Salvegerê de hat bibîranîn û hat ragihandin ku ew serhildan ji bo parastin û bidestxistina maf û azadiyên gelê Kurd û azadiya Kurdistanê hatiye destpêkirin û li seranserê Kurdistanê jî rêxistinkirî bûye. Loma jî bi bîranîna beşdarên serhildanê girîng e. Nivîskarê lêkolîner Enwer Kahraman da zanîn ku dane û agahiyên ku li ser serhildana Şêx Seîd derdikevin, nîşan didin ku serhildaneke neteweyî û dozeke Kurdistanî ye. Kahraman bal kişand ku li Tirkiyeyê, ji bo ku serhildanê biçûk bikin û reş bikin, agahiyên derew û propagandaya reşkirinê bi destê Kemalîstan hatiye kirin, lê rastî û belge nîşan didin ku ew serhildan, serhildaneke pêşeng ya Kurdistanê ye.
Nivîskar lêkolîner Enwer Kahraman ji K24ê re got: "Hereketa Şêx Seîd yek ji hereketên bingehîn e ku derdoreke berfireh dabû ber xwe û kerektera neteweyî jî di nav hereketê de, kerektera herî xurt bûye. Eviya bi çî şêwaze be bila be. Dixwazî bila îslamîst be, dixwazî bila çep be yan jî rast be. Lê ew rola ku sitendiye ser xwe, ew organizasyona ku çêkirine, doza milet e, doza avakirina serxwebûna Kurdistanê ye."
Hat ragihandin ku Şêx Seîd Efendî, bewermendekî baş yê Îslamiyetê bûye, lê di serhildana ku pêşengî kiriye de, hemû bawerî û îdeolojî bi armanca neteweyî pekve beşdarî serhildanê bûne.
Neviyê Şêx Seîd û Serokê Komeleya Perwerdehî û Hevkarî ya Şêx Seîd M. Kasim Firat jî ragihand ku Şêx Seîd Efendî, ji bo gel û welatê xwe doza maf û azadiyê kiriye û berdelên wê serhildanê jî bi gel û malbata xwe ra daye û ew jî dixwazin di rêça wî de, bêyî ku serî bitewînin, xizmeta doza gel û welatê xwe bikin.
Neviyê Şêx Seîd, Kasim Firat ji K24ê re got: "Gotina Şêx Seîd Efendî gotiye: 'belê rast e, we me kuşt, we me mal wêran kir, we me şikand, lê me serê xwe netewand.' Em jî b iwê wateyê dibêjin, dibe ku dîsa me bişkênin, bikujin û mal wêran bikin ku dikin jî, lê heta mirinê em serê xwe natewînin û wê doza birûmet, doza vî welatê bi qedir û qîmet emê heta dawiyê bimeşînin û rêya wan şehîdan rêya me ye, ew rûmeta me ne û emê heta dawiyê li wan xwedî derbikevin."
Di panelê de, bal hat kişandin ku ew rêbaz û helwesta ku li hember doza Kurd 95 sal berê hatine kirin, îro jî bi heman şêwazî tên meşandin û gelê Kurd hêj jî ji bo azadiya welatê xwe û maf û azadiyên xwe di berxwedan û serhildanê de ye.