Sembola evîn û aştiyê: Sêva Mêxekrêj
Kelepûra Kurdan ya bi hezar salan nîşaneya aştî û evînê çalakiya Sêva Mêxerêj li Stenbolê birêve çû.
K24 – Stenbol
Kelepûra Kurdan ya bi hezar salan nîşaneya aştî û evînê çalakiya Sêva Mêxerêj li Stenbolê birêve çû. Di çalakiyê ciwanên Kurd sohbetên xwe bi Kurdî pêk anîn û sêvên xwe bi sebr û evîneke mezin bi Kurdî xemilandin.
Li Stenbolê ji bo zindîkirina kelepûreke bi hezar salan çalakiya Sêva Mêxekrêj çû serî. Di vê çalakiya ku ji aliye Chalak Eventsê ve hate organîzekirin de, ciwanên Kurd fêrî raboriya kelepûra xwe dibin û dibin xwedî wê fersendê ku digel hev pêywendiyeke Kurdî deynîn. Ev kelepûra ku ji serdema Zerduştiyê ve hebûna xwe berdewam dike berûvajî bi tenê roja dildaran, di nava salê de jî, di her rojeke taybet de dildar dikarin evîna xwe îlanî hev bikin û ew kesên ku dilê wan ji hev maye û şikestiye, dikarin li hev bên bi navbeykariya diyariyeke Sêva Mêxekrêj. Yek ji beşdarên vê çalakiyê Hunermenda Kurd Semiyanî Perîzade dibêje, divê Kurd vê kevneşopiyê li hemû dinyayê belav bikin.
Hunermend Semiyanî Perîzade ji K24ê re got: "Vê çalakiyê fersendek da min ku hevalên din nas bikim bi Kurdî biaxivim. Bi Kurdî sêva xwe bixemilînim. Ji zimanê xwe ji çanda xwe em dur in. Em ji xwe dur ketine, ji dengê xwe dur ketine em xerîbê dengê xwe ne. Qet nebe ev çalakiya hane biçek me nêzî hev dike."
Kelopûra Sêva Mêxekrêj ku bêhtir wek dîrok, di nava Kurdên Îranê de hatiye jiyandin ev 3 sal zêdetir e, piştî başûr li bakurê Kurdistanê jî bi rêya çalakiyên cûrbecûr, ciwanên Kurd li hev kom dike û dibe sedem ku sêvên xwe bi Kurdî bixemilînin.
Serhad Demirtaş: "Roja dildaran ji ber endustriyalizmê tenê wek danûstrandina mirov bikartînin. Em ev yê ku çêdikin bi destê xwe hîn wateya wê zêdetir e û ez bim li dijî endustriyalizmê jî."
Zîlan Şahîn: "Ji bo min ne tenê bo evîndaran, sê saetan tû keda xwe ji serê dikî, dikarî bidî herkesî jî ne tenê ku evîndara te bî. Tû dikarî bidî diya xwe jî bavê xwe jî xwişka xwe jî hevalê xwe jî."
Erhan Îzgîn: "Tiştekî dîrokî ye, eger li hemû aliyê welat bi pêş bikeve wê baş çêbibe. Hêdî hêdî li hemû aliyê welat başûr jî Rojava jî çêbibe baş e."
Nîşaneya lihevhatinê, aştî û evînê çêkirina Sêva Mêxekrêj, sebr û bêhfirehiyekê jî dixwaze. Yek bi yek mêxik li ser sêve tên bi cih kirin bi hostetiyeke destkarî. Eger hûn şarezabin saetek, lê eger we cara yekem dest bi çêkirina Sêva Mêxekrêj kiribe, divê hûn sê saetên xwe jê re veqetînin. Wek van ciwanên Kurd ku bi sebr û evînê sêva xwe dixemilînin, bi ziman, çand, dîrok û vê kelepora pîroz.