Raporek li ser pirsgirêkên rojnamevvanan û azadiya derbirînê hat li dar xistin

Komeleya Lêkolînên Azadiyan li azadiya derbirîna boçûnan û pirsgirêkên xebatkarên medyayê li Tirkiyeyê, bi rojnamevanan re gotebêjekî li dar xist. Hat ragihandin ku mebesta projeyê, lêgerîna çareseriya pirsgirêkên azadiya derbîrnê û bi taybet jî dpirsgirêken xebatkarên medayayê ye. Agahiyên ku di encama projeyê de bên bidest xistin, dê wek rapor ben amade kirin û ji bo rayedarn Tirkiyeyê bên ragihandin.

K24- Amed

Komeleya Lêkolînên Azadiyan li azadiya derbirîna boçûnan û pirsgirêkên xebatkarên medyayê li Tirkiyeyê, bi rojnamevanan re gotebêjekî li dar xist. Hat ragihandin ku mebesta projeyê, lêgerîna çareseriya pirsgirêkên azadiya derbîrnê û bi taybet jî dpirsgirêken xebatkarên medayayê ye. Agahiyên ku di encama projeyê de bên bidest xistin, dê wek rapor ben amade kirin û ji bo rayedarn Tirkiyeyê bên ragihandin.

Komeleya Lêkolînên Azayan, bi akademisyen, hiqûqnas û aktivîstan ve, ji bo amadekirina raporekî li ser çareseriya pirsgirêkên xebatkarên medyayê û rojnamevanan gotebêjekî li dar xistin. Xebatkarên medyayê, pirsgirêkên xwe yên giştî û heremî ragihandin û dê ew daxwazên wan, wek rapor ji bo rayedaran bên gihandin.

Serokê Komeleya Lekolînên Azayan, Bariş Yardimci ragihand ku ew ji sala 2014'an ve xebatên xwe li ser mafên take kesî, mafê xwe îfade kirinê û mafên aborî û siyasî yên mirovan xebatan dimeşînin û bi vê projeyê jî dixwazin pirsgirêkên medyakar û rojnamevanan bikin rapor, ji bo çareseriya wan jî bigihînin rayedaran.

Bariş Yardimci - Serokê Komeleya Lêkolînên Azadiyan- got:"Em bi Enstutiya Komarperest ya Navdewetî re, vê projeyê birêve dibin û mebesta me çaresderiya pirsgirêkên azadiya îfadeyan û pêve girêdayî çareseriya pirsgirêkên rojnamevana ye. Me xwest ku em rewşa azadiya îfadeyê li Tîrkiyeyê şênber bikin, bi vê mebestê jî me bi xebatkarên medya giştî û heremî re, li 8 bajaran gotebêjan li dar xist ku xala dawî jî Diyarbekir e. Emê daneyên ku me berhev aniye wek raporekî pêşkêşî rayedaran bikin da ku çareserî bên peyda kirin."

Rojnamevanên ku beşdarî gotebêjê bûn jî, serpêhatiyên xwe û pirsgirêkên ku rojnamevan dijîn vegotin û pêşniyarên xwe ji bo çareseriyê ragihandin.

Cîgirê Serokê Cemiyeta Rojnamevanên Rojhilat û Bakûrêrojhilatê Tirkiyeyê GGC'ê Felat Bozarslan jî da zanîn ku proje û xebatên bi vî rengî girîng in û pirsgirêkên ku medyakar û rojnamevan dijîn her diçe zêde dibin. Loma jî divê xebatên wiha zêdetir bên kirin da ku li ser pirsgirêkan û çareseriyên wan jî encam bên bidest xistin.

Felat Bozarslan - Cîgirê Serokê Ggc'ê- got: "Civîneke gelek sûdbexş bû, hem ji bo şênberkirina pirsgirêkên rojnamevanên heremî, hem jî bi giştî pirsgirêkên rojnamevanî xebatên wiha girîng in. Ji ber ku encamên civînên wiha ji aliyê kesên pispor ve, wek rapor tên amade kirin û digihên rayedaran, li darxistina gotebêjên wiha bêtetir girg in. Hêviya me ew e ku ev pirsgirêkên hatin axaftin, bigihên rayedaran û bên çareser kirin, lê li ser pirsgirêkan gengeşî kirin bi xwe jî gelek girîng e û em jî piştgiriyê didin."

Hat ragihandin, pirsgirêkên ku ji aliyê rojnamevanan ve hatin ragihandin, dê bi hevkariya hiqûqnasê pisporê makezagonî û akademisyenên pispor re, heta meha Nîsanê wek rapor bên amade kirin û ji bo rayedaran jî ew rapor bê gihandin.