ENKS: Hewlên cidî ji bo vegerandina koçberan hene

ENKSê ji nû ve dest bi xebatên xwe kir di nava Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê de.

K24 – Stenbol

ENKSê ji nû ve dest bi xebatên xwe kir di nava Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê de. ENKS dixwaze di demek zû de mafê Kurdên bûne penaber li wan vegerînîn û ew grûpên çekdar ên bi ser opozîsyonê ve ku malên Kurdan talan kirine û rê li ber binpêkirinan vekirine bên sizadan.

Piştî ku Tirkiyê bi hevkariya Çekdarên Artêşa Azad ya Sûriyê li Rojvayê Kurdistanê şer da bû destpêkirin û bi deh hezaran Kurd ji neçarî bûbûn koçber û dev ji mal û milkên xwe berdabûn, ENKSê jî yanî Encûmena Niştimanî ya Kurdên Sûriyê civînên xwe yên fermî di nava Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê de ya li Stenbolê rawestandibûn. Lê ENKS piştî bi damezrîna komîteyeke nû ya di bin banê opozisyonê de ku wê rêgiriyê bike ji bo binpêkirina mafên mirovan û bibe alîkar li vegera Kurdên ku ji bajarên xwe koç kirine û bi dayîna sozê sizadana wan grûbên çekdar ku sûc kirine û malên Kurdan talankirine, careke din bi fermî dest bi beşdariya wan civînên xwe yên di nava opozisyonê de kir.

Li gorî Abdullah Gedo Nûnerê ENKS di Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriye de, eger Tirkiye jî piştgiriya ENKS û Îtilafê bike wê di demeke zû de vegera Kurdên koçber çareser bibe û ew grupên çekdar jî bêne sizadan.

Abdullah Gedo ji K24 re got: "Ev Îtîlaf jî rehetiya xwe da xuyakirin, gava ku têkiliyê ENKSê bi dewlet Tirkî re xweş be hûn pê zanîn dostê sereke yê Îtîlafê dewlat Tirkî ye. Îro dibe wek hêzekê wek xurtiyekê jê re ku karibe van binpêkirina rawestîne, gava ku dewleta Tirkî jî pê re be wê bêhtir bi rehetî bên rawestandin û ew kesana jî wê cezayê xwe bibînin û wê heqê xelqê jî li wan vegere."

Endamên Desteya Siyasî ya Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriye Abdûlmecîd Berekat jî dibêje; ew û ENKSê wek hev difikirin û wê wan kesên ku malên xelqê talankirine û bÛne sedem ku koç bikin wê bêne darizandin û sizadan. 

Abdulmecîd Berekat dibêje: "Me di nava xwe û ENKSê de komîteyek çêkir. Em li ser vegera wan kesên ji cihê xwe derketine wek hev difikirin ku wan bi şûnde vegerînin. Herwiha em muhaseba wan kesan jî dikin ku rê li ber binpêkirinan vekirine, xelq ji malên xwe bi zorê dane ber koçê û malê xelqê talankirine. Li gor yasyên herêmê ew kes wê bên darizandin."

Hevdîtinên di nava ENKS û Îtilafê de yên li ser vegera Kurdên ku bûne penaber bi taybet ji bajarên wek Efrîn, Serêkaniyê û Girêspî yên dû rojan berdewam kir. ENKS dixwaze ew grupên çekdar ên bi ser opozisyonê ve ku rê li ber binpêkirina mafên Kurdan vekirine û malên wan talankirine bên sizadan. Ji bo vê yekê dixwaze Tirkiye jî mil bide wan da di zûtrîn dem de vê meseleyê çareser bikin û mafê wan penaberan li wan vegerînin.