Mîrê Bizqê li Qamişlo bi xakê hat spartin

Hunermendê Kurd ê navdar û Mîrê Bizqê Seîd Yûsif îro li goristana taxa Qidûr Bek a Qamişlo û bi beşdariya bi hezaran hezkiriyên wî bi xakê hat spartin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hunermendê Kurd ê navdar û Mîrê Bizqê Seîd Yûsif îro li goristana taxa Qidûr Bek a Qamişlo û bi beşdariya bi hezaran hezkiriyên wî bi xakê hat spartin.

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo da zanîn, îro termê hunermendê Seîd Yûsif di deriyê Sêmalka re ji Herêma Kurdistanê gihîşt Rojavayê Kurdistanê û li goristana Qidûr Bek a bajarê Qamişlo bi beşdariya bi hezaran kes ji hezkiriyên wî, rewşenbîr û siyasetmedaran bi xakê hat spartin.

Hunermend Seîd Yûsif roja 26. 02. 2020an ji ber nexweşiyê di 73 saliya xwe de li nexweşxaneyeke Stenbolê koça dawiyê kiribû. Duhî termê wî gihîştibû Herêma Kurdistanê û îro jî bo Rojavayê Kurdistanê hatibû birêkirin.

Mîrê Bizqê hunermend Seîd Yûsif li bajarê Qamişlo sala 1947an jidayik bû. Di sala 1973an bi herdu hunermendan Mihemed Şêxo û Mehmûd Ezîz Şakir koma Newroz li Beyrûtê damezirand.

Mîrê Bizqê Seîd Yûsf xwedî dîrokeke dewlemed a hunerî ye û wek kesê yekem tê hejmaretin ku amûreya bizqê derbasî herêma Cizîrê kiriye.

Seîd Yûsid di dirêjahiya dîroka xwe ya hunerî de gelek xelat û nîşan ji dezgeh û welatên cuda ên cîhanê wergirtine.

S. B