Koçber li ser sînorê Yunanistanê rastî gelek zehmetiyan tên
Ligel ku serbazên Yewnanî wan digirin û bo Tirkiyê bi şûn de jî dişînin ew bi biryar in ku derbasî Ewrûpayê bibin.
K24 – Stenbol
Li kerwana penaberên Tirkiyê sê hevalên Zaxoyî jî zêde bûn. Sê ciwanên ku ji Zaxoyê dane rê û hatine Tirkiyê ligel ku bê passaport û pere mane jî dixwazin derbasî Ewrûpayê bibin bi wê kelecana ciwaniya xwe. Ligel ku serbazên Yewnanî wan digirin û bo Tirkiyê bi şûn de jî dişînin ew bi biryar in ku derbasî Ewrûpayê bibin.
Sê hevalên ji Başûrê Kurdistanê ku ji Zaxoyê ne 2 hefte berê tên Tirkiyê bi rêya yasayî. Ji vir jî dixwazin biçin Yewnanîstanê jî berê bidin Ewrûpayê. Zaro Pasha ciwanekî Zaxoyî ye û 22 salî ye, bavê wî jî peşmerge ye. Bi kelecaniya ciwaniya xwe li jiyaneke nû digere, ji bo vê yeke jî hatiye sînor û dema derî vebû ew ê derbasî Ewrûpayê bibe.
Serbest Koçerê hevalê Zaro ew jî 20 salî ye û hefteya berê roja înê ji Zaxo derbasî Tirkiyê bûye. Ligel ku hemû pere û passaportên wan jî ji aliyê serbazên Yewnanî hatine strandin jî dibêjin; em ê gava xwe bi paş de neavêjin û heta derbasî Ewrûpayê bibin hewlên xwe berdewam bikin.
Ednan Hadî Hesenê Zaxoyî ku bavikên wî bi eslê xwe ji Şirnexê ne 23 salî ye. Wî jî ligel zaro û Serbest daye rê û hatiye Tirkiyê. Ew dema derbasî Yewnan dibe bixwe diçe xwe radestî serbazên Yewnanî dike. Ji vê yeke poşman bûye, lê êdî tiştek ji dest nayê. Bê pere, bê pasaport û bê nasname maye.
Ev her sê hevalên ji Zaxoyê Zaro, Serbest û Ednan piştî ku li Yewnanîstanê tên girtin û her yek cûda cûda tên vegerandin jî, li Tirkiyê dîsa hev dibînin û ligel ku passaportên wan tên standin û bê pere dimînin jî, dev ji hewla xwe bernadin û bi biryarin ku derbasî Ewrûpayê bibin. Ev her sê heval di hema demê de dema derbasî sînorê Yewnanîstanê dibin dev ji malbatên ku bi wan re çûne jî bernadin û ligel karina xwe li wan jî xwedî derdikevin.