Koçber li benda vebûna sînor di rewşeke zehmet de dimînin

Malbateke ji Kobaniyê di nobeta çûyîna Ewrûpayê de ne.

K24 – Stenbol

Mabateke ji Kobaniyê ji bo hêviyên xwe û dahatûya zarokên xwe bi rojan e di binê baranê de û di şevên sar û cemid de li bendê ne ku derî li wan vebe da ku derbasî Ewrûpayê bibin.

Kahraman Çolbek tevî hevjîna xwe û dû zarokên xwe bi hêviya çûyîna Ewrûpayê xwe avêtina ser Sînorê Yewnanîstanê da ku ji xwe jiyaneke nÛ ava bikin. Kahraman ji gundê Çikurê Xerbî yê ji Kobaniyê ye ji ber şer 6 sal berê derdive û tê li Edenê bi cih dibe. Li vir ne dewlet ne jî tû dam û dezgehên medenî alîkariyê nadinê. 10 rojan kar dike 20 rojan jî betal dimîne. Da ku dawî li vê jiyana ne pak û aram bîne ew jî wek bi hezaran penaberî hewl dide derbasî Ewrûpayê bibe.  

Dicle Hamdî, hevjîna Kahraman dibêje; dema ew hatine şev bûye û dinya gelek sar bûye, ew li vê penaberiya welatê biyanî her di metirsiya canê zarokên xwe de ye.

Dîcle ya ku 27 salî ye beriya bibe penaber li Rojava xwendina geştûguzariyê dikir, lê ji ber şer direvin û tên li Edenê bi cih dibin. Li wir jî dizewice û 2 zarokên wan çêdibin. Navê yekî Brahîm 2 salî navê yê din jî Hemîd e ew jî 1 salî ye.

Dîcle dibêje her car barê herî gira li ser pişta jina Kurd e. Ew bi tenê dixwazin derî vebe û ji bo dahatÛya zarokên xwe derbasî EwrÛpayê bibin.

Kahram û Dîcle dibêjin welatê wan her çiqas xirab bûbe jî helbet rojekê wê jinûve ava bibe. Lê ew niha dixwazin îstixbalekê çêkin ji bo zarokên xwe. Ji bo vê jî di rojên sar û şevên tarî de di binê baranê de li pey hêviyên xwe diçin.