Zara nûtirîn strana xwe bi zimanê Kurdî “Dayê” belav dike

Hunermenda Kurd a Rûsyayê ya navdar Zara Paşa Mehoyî vîdyoklîpeke nû bi navê “Dayê” belav dike.

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Hunermenda Kurd a Rûsyayê ya navdar Zara Paşa Mehoyî vîdyoklîpeke nû bi navê “Dayê” belav dike.

Zara Paşa Mehoyî yek ji hunermendên herî navdar ên Rûsya û cîhanê ye û xwedî bêhtir ji 10 albuman e û di bi sedan konsertên hunerî li seranserî cîhanê de beşdar bûye.

Zara bêhtir ji 10 zimanan stranan dibêje û li ser seranserî cîhanê gelek hezkiriyên wê hene.

Zara ji ber karê xêrxwazî û mirovî di meha Berçileya 2016an de ji aliyê rêxistina UNESCO wek Balyoza Aştiyê hat naskirin. Herwiha ji ber karê xwe yê hunerî ve jî di marasîmekê de li Koşka Kremlinê ji aliyê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ve nasnav û xelata Hunermenda Dilsoz a Rûsyaya Federalî pê hat beşandin.

Zara xweşhal e ku Kurdistan24 girîngiyê dide berhem û çalakiyên wê û wek yekem medyaya Kurdî raport li ser wê amade kir û beşek ji kar û çalakiyên wê yên hunerî belav kir.

 

S. B