Mûrat Gurbuz Erol ji ber Korona bi tenê rahênanê dike
Vîrusa Koronayê bandora xwe li hemu beşên jiyanê dike û yek ji van qadan jî futbol e.
K24 – Diyarbekir
Vîrusa Koronayê bandora xwe li hemu beşên jiyanê dike û yek ji van qadan jî futbol e. Lîstikvanê Amedsporê Mûrat Gurbuz Erol jî ji bo ku ji furbolê dûr nekeve rahênanên xwe bi tena sere xwe dike û çaverê ye ku vegere yariyên yarîgehên ku bi temaşevanan tije bûyî.
Mûrat Gurbuz Erol, lîstikvanê Amedsporê ye û van rojan rahênanên xwe bi tena sere xwe dike. Ji ber belavbûna vîrusa koronayê pispor hişyariyê didin ku mirov ji deverên bi kom û qerebalix dûr bikevin û tîmên futbolê jî bo rahênanan nikarin werin cem hev. Yek ji lîstikvanên Amedsporê Mûrat Gurbuz Erol jî rahênanên xwe bi awayeke tenê dike. Mûrat Gurbuz Erol dibêje ew nexwaze ji furbolê dûr bikeve. Li aliyekê ew ji futbolê hes dike li aliyekê jî eger ew ji rahênanan dûr bikeve ev yek dê bandorê li performansa wî jî bike.
Mûrat Gurbuz Erol ji K24ê re dibêje: “Fûtbol lîstika tîmê ye. Ji bo ku tîm bi ser bikeve divê tîm li cem hev be û bi hevre wext derbas bike û bi hevre rahênanan bike. Lê mixabin niha rewş bo vê yeke nu guncav e. Em neçar in ku bi tenê rahênanan bikin. Di cîhanê de hemu lîstikvan niha wisa xebatên xwe dimeşînin. Min gelek bêriya yariyan kiriye hêvî dikim demildest hemu cîhan ji vê rewşê rizgar bibe.”
Ji ber belavbûna Vîrusa Koronayê heta demeke nediyar lîstikên futbolê hatin paşxistin û dibe ku pirraniya ligan de lîstik heta dawiya sezonan neyên lîstin. Ji ber vê yeke wekî gelek qadan dahatuya futbolê jî ketiye rewşeke nediyar de. Lîstikvan Murat Gurbuz Erol dibêje neyîna futbolê kêmasiyek gelek mezin a cîhanê ye lê tendisrustiya mirovan ji her tiştî girîngtir e.
Mûrat Gurbuz Erol dibêje: “Fûtbol ji tendirustiya mirovan ne girîngtir e. Em gelek bêriyê dikin lê tendirustî û jiyana mirovan di ser het tiştî de ye. Biryarek rast e ku yarî hatin rawestandin. Lê divê were zanîn ku di demsala havînê de jî lîstina furbolê gelek zehmet e. Eger yarî bo demsala havînê werin paşxistin ev yek dê xelet be. Beriya emsala havînê eger rewş asayî bibe bila hemu yarî werin lîstin.”
Tê nîqaşkirin ku heta çend hefteyan lîstikên futbolê dîsa dest pê bikin lê dê temaşevan nekaribin di yarîgehan de cih bigirin û yarî dê bê alîgir werin lîstin. Mûrat Gurbuz Erol li dijî vê yeke derdikeve û dibêje ji xwe xeml û rewşa fûtbolê jî alîgirin û ew naxwaze bi vî rengî fûtbo bidome.