Li Diyarbekirê deverên dîrokî vala mane

Li Diyarbekirê deriyê geştiyariyê zû hat girtin.

K24 – Diyarbekir 

Ji ber belavbûna Vîrûsa Koronayê wekî tevahiya cîhanê li Diyarbekirê jî qada geşt û guzariyê hatiye asta nemanê. Deverên ku remzên geştiyariya Diyarbekirê ne deriyên xwe girtine û şûnwarên dîrokî jî ji ber ku bo geştê hatine girtin vale mane.

Belavbûna Vîrusa Koronayê li Diyarbekirê jî bandoreke mezin a neyînî li qada geşt û guzariyê kir. Ji bo pêşîlêgirtina belavbûna Vîrusa Koronayê deverên dîrokî ku wek remzên geştiyariya Diyarbekirê tên dîtin deriyê xwe li serdêran girtine.

Pisporên geştiyariyê amaje dikin ku bi teybetî di meha adarê de ew li bende bûn ku qada geştiyariyê geş bibe û rastî eleqeyeke baş were. Pisporê geşt û guzariyê Omer Farûk Bahtiyar dibêje wan geşt a bi kom a herî dawî li sere adarê li dar xistiye û neçar mane ku gelek geştên xwe jî betal bikin.

Pisporê Geştiyariyê Omer Farûk ji K24ê re got: “Me ji neçarî geştên xwe betal kirin. Ji bo parastina tendirustiyê me ev biryar stand. Karê me bi temamî rawestiyaye. Em serê sibê kargeha xwe vedikin û şev jî bêdahat digirin. Ev çar roj in me çi karek nekiriye. Geştiyar digerin dibêjin bo dawiya Nîsanê rezervasyon dixwazin lê em nikarin heta ku rewş zelal nebe geştan li dar bixin. Geştên rojane mabûn ew jî neman.”

Yek ji navendên geşt û guzariyê ya navdar a Diyarbekirê jî Xana Hesen Paşa ye. Xana Hesen Paşa deverek wiha ye ku her çar demsalan jî rastî eleqeyeke baş tê ku car caran rê di xana dîrokî  de namîne. Berpirsê ewlekariya Xana Hesen Paşa Mehmet Ari dibêje êdî esnafên biçuk jî nayên kargehên xwe venakin.

Berpirsê Ewlekariya Xana Hesen Paşa Mehmet Ari dibêje: “Ji ber vê Vîrusa Koronayê ev bû 2 meh in ku rewşa Xana Hesen Paşa wisa ye. Liv ê derê 40 esnaf hene û 350 kes dişixulin. Niha hemu der girtî ye. Tikes dikanên xwe venake. Berê rewş gelek baş bû.”

Li Diyarbekirê şûnwarên dîrokî yên olî jî bo serdêran hatine girtin ku li van deveran ji ber kombûn û qerebalixê asta metirsiya belavbûna vîrusê bilindtir dibe. Migefta Hezreta Silêman jî ji ber vê yekê ji serdêran vale maye. Deriyê dîrokî yê bi navê Deriyê Qesrê jî ku deriye mizgeftê ye jî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye girtin.