Biryareka nû ji Wezareta Navxwe derbarê qedexeya hatinûçûnê

Wezîrê Navxwe yê hikumeta Herêma Kurdistanê , di konfiranseka rojanamevanî de, ragehand, qedexe ya temam a hetinûçûna heya demjimêr 12yê ev şev dihête dirêjkirin û rênimayîyên pêwîst derbarê dema piştî 12yê şevê dê bihête pêşkeşkirin bi hevwelatîyan.

K24- Hewlêr

Wezîrê Navxwe yê hikumeta Herêma Kurdistanê , di konfiranseka rojanamevanî de, ragehand, qedexe ya temam a hetinûçûna heya demjimêr 12yê ev şev dihête dirêjkirin û rênimayîyên pêwîst derbarê dema piştî 12yê şevê dê bihête pêşkeşkirin bi hevwelatîyan.

Puxteyên axivtinê wezîerê navxwe:

Bo dema 48 demjimêrên din qedexeya temam dihête dirêjkirin.

Dem  hatîye dan bi yeke yên îdarî û parêgaran daku heya 12yê ev şev bikarin rênimayîyên pesindkirîyên xwe rabigehînin. Berî 12yê şevê, tevaya hûrgelîyan dê pêşkeşî hevwelatîyan bihête kirin.

Supasî hevwelatîyên Kurdistanê dikîn, em serbilindîn bi pabendbûna hewe bi biryar û rênimayîyan. Supas bo tîmên operasîyonê, parêzgaran û tîmên tenduristîyê.

18 demjimêrên hatinûçûnê dê hebin û ew dem dê bihêt  rêkxistin ji alîyê parzgehan û  rêkarên pêwîst dê bihên danan bo wê yekê.

Bi giştî, ji 12yê şevê heya 6ê êvarî li gor taybetmendîyên parêzgehan dê bihête rêkxistin, lê ji 6ê êvarî heya 12yê şevê hemû corên hatinûçûnan qedexe ye ji bilî yên bazirganî, tîmên ewlekarîyê û tenduristîyê.

Piştî çêvebûna wan kesên berpirs li sazdana behîyê li Hewlêrê, ew kesên hanê dê bihên dadgehîkirin.

67 kes di wan dû behîyan de pişikdar bûn û tenê yek ji wan vegerîya Sîdekan û li wir jî xelik tûş kirîye.

Cihê daxêye hinek hêz cih guhertin bi wan hatîye kirin û daxwaz dikim hemû alî pabend bin bi rawestandina livîna hêzan û me ev arîşe li gel supayê Îraqê û hêzên ewlekarîya Îraqê jî heye, cihê daxê ye, ew jî alîkar nebûn û bo çend rojan ew kes li bazgehan hatine ragirtin û tîmên pizîşkî sampila têstê ji wan wergirtine û dûv hatine nav Herêma Kurdistanê.