Li Bakur xebatên parastina ji covîd-19 berdewam dike

Welatiyên ku amaje dikin ku neçar in derkevin derve daxwaza arîkariyê dikin.

K24 – Diyarbekir

Li Bakurê Kurdistanê xebatên parastina ji Vîrûsa Coronayê ya Cûreya Nû Covid-19 berdewam dikin. Şaredariyên bajaran li kuçe û kolanan maskeyan li welatiyan belav dikin. Li Diyarbekirê jî dermanên dezenfekteyê yên ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve dihat belavkirin sexte derket, derman hatin komkirin û rayedar ji peywîr hatin girtin.  Welatiyên ku amaje dikin ku neçar in derkevin derve daxwaza arîkariyê dikin.

Li bajarên Bakûrê Kurdistanê xebatên parastina ji Vîrûsa Coronayê berdewam dikin. Piştî qedeya 2 rojan welatî dîsa derdikevin derve. Li Diyarbekirê şaredariyên navçeyan li kuçe û kolanan maskeyan belavî welatiyan dikin.  Welatiyên ku bêberamber maskeyan digrin ji xizmeta şaredariyê keyfxweş in lê amaje dikinku  ew jî naxwazin derkevin derve lêbelê ji ber berdewamiya debara malbata neçar in ku derkevin derve.

Welatî: Em li mal dimînin lê carina bêhna me teng dibe em derdivin deve, ma em çi bikin. Em paqijiya xwe dikin û destê xwe bi saûnê dişûn ma em çawa bikin. Aboriya me xirab e, ne karek heye ne jî tiştek din. Ka binêrin li ber derê postaxaneyê gelek kes kom bûne."

Welatî: Ya rast em ditirsin, talûke mezin e.  Em seyra televîzyonan dikin û em dibînin ku rewş xira e. Lê em nikarin tedbîrên xwe bigrin em neçar in ku derkevin derve.

Li seranserê Bakur û Tirkiyeyê hîn jî ji bo welatiyên 65 salî û jûr û heta 20 saliyê derketina derve qedexe ye. Kesên ku rênimayan binpê dikin têne sizakirin. Her dîsa Kolana Musa Anter ya li Kayapinarê  her roj ji saet 8ê sibê heta 5ê êvarê  ji hatçuya wesatiyan re hat girtin lê tenê welatî dikarin bi awayeke kontrolî vê rêyê bikarbînin.  Li gorî daneyên Platforma Tendiristiyê ya Amedê, heta niha li bajêr 14 kesan ji Covîd-19ê canê xwe ji dest dane û 80 kes hatine dermankirin û dermankirina 150 kesan li nexweşxaneyan berdewam e û 300 kes jî li malên xwe di karantînayê de ne.

Welatî: Jiyana me gelek zor û zehmet derbas dibe. Ka li derve binêrin û li welatên din binêrin. Diva ev welat jî wekî yên din tedbîran bigre û li welatiyên xwe binere. Jiyana me gelek zehmet e. Maskeyan belav dikin lê ka heta niha li kû belav kirin.

Welatî: Hikûmetê derketina derve qedexe kir, erê baş e ser çavan. Lêbelê pêşgirtiyên tenduristiyê kêm in, çima kêm in? Sedem ev e, xeabtkarên tenduristiyê kêm in. Diviya bû li malan binêrin ka welatiyên li mal pê Coronayê ketine an baş in.

Di çarçoveya pêşîlêgirtina Covîd-19 de ji aliyê şaredariyan ve wesayît, saziyên fermî û kargeh tên dezenfektekirin. Lê derket holê ku Şaredariya Bajarê Mezin ya Diyarbekirê dermanên dezenfektekirinê yên sexte belavî sazî û rêxistinan kiriye. Rêveberê Daîreya Karûbarên Tenduristiyê Mustafa Korkutan ji peywîr hat girtin û Serdozgeriya Diyarbekirê derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.