Li nexweşxaneyên Diyarbekirê 260 pêketiyên bi korona hene

Li Diyarbekirê ji ber pabendnebûna bergiriyên Vîrusa Koronayê tûşbûyîyên Vîrûsa Koronayê her ku diçe zêdetir dibin.

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê ji ber pabendnebûna bergiriyên Vîrusa Koronayê tûşbûyîyên Vîrûsa Koronayê her ku diçe zêdetir dibin. Li gorî amarên herî dawîn Yekîtiya Bijîşkên Tirkiyeyê li nexweşxaneyên Dîyarbekirê 260 nexweşên Vîrûsa Koronayê hene û 20 welatiyan jî jiyana xwe ji dest dane.

Li Diyarbekirê di çarçoveya pêşîlêgirtina belavbûna Vîrûsa Koronayê de cîbicîkirina bergiriyan û bangewaziyên mayîna mal de didomin. Li gel vê yekê jî Wezareta Tendisrustiya Tirkiyeyê amaje dike ku li Diyarbekirê hijmara tûşbûyîyên Vîrusa Koronayê her ku diçe zêdetir dibin. Bijîşk amaje dikin ku sedemên vê rewşê pabendnebuna xelkê û kêmasiyên di warê pêşîlêgirtina belavbûnê de ne. Rêveberê Navendî Yê Yêkîtiya Bijişkên Tirkiyeyê Halîs Yerlîkaya dibêje divê mayîna mal de were cîbicîkirin û zêdetir testên Vîrusa Koronayê werin kirin.

Rêveberê Navendî Yê Yêkîtiya Bijişkên Tirkiyeyê Halîs Yerlîkaya ji K24ê re got: "Piraniya nexweşiyên Koronayê yên Diyarbekirê ji aliyê kesên ji Stenbolê hatîyîn ve hatiye belavkirin. Her wiha ev kesên ji Stenbolê pabendê hişyariyan jî nebûne û geriyane li mal de nemane. Ji ber vê yeke jî ev nexweşî her ku diçe zêdetir dibe."

Li gorî daneyên Yekîtiya Bijişkên Tirkiyeyê li nexweşxaneyên Diyarbekirê 260 tûşbûyîyên Vîrûsa koronayê hene û her wiha ji 300î zêdetir jî welatî di malên xwe de di karantînayê de ne û li Diyarbekirê bi tevahî jî 1200 testên koronayê hatine kirin. Dîsa li gorî daneyan li Diyarbekirê 30 xebatkarên tendirustiyê bi vîrusa Koronayê ketine û bang tê kirin ku divê bi awayeke rêk û pêk pişkinînên xebatkaran jî werin kirin. Li gel vê yekê di nava bajêr de pişkinînên di çarçoveya pêşîlêgirtina belavbûna Vîrusa Koronayê de jî didomin. Peywirdarê Xala Pişkinînê Milaîl Parilti dibêje divê xelk di pabendbûna mayîna mal de de hestiyartir be.

Peywirdarê Xala Pişkinînê Mîkaîl Parilti dibêje: "Em bang li xelkê xwe dikin ku di mal de bimînin û ji bilî rewşên lezgîn bila ji malê dernekevin derve. Derketin û qelebalixbûna xelkê xetereya belavbûna Vîrusa Koronayê zêdetir dike. Em jî bo pêşî liv ê yeke bigirin li vê derê ne. Em herareta laşe mirovan dipîvin û derbarê bergiriyan de hişyariyan didin xelkê. Rêya herî baş û bibandor mayîna mal de û paqijî ye."

Li Diyarbekirê her çiqas tûşbûyîyên Vîrusa Koronayê zêde dibin jî kesên ji nexweşiyê rizgar dibin jî hene. Li Nexweşxaneya Zaningeha Dîcleyê bi rêurismekê 11 welatiyên ku ji Vîrusa Koronayê rizgar bûyîn ji nexweşxaneyê derketin û ev yek ji aliyê xebatkarên tendirustiyê ve bi çepikan hat pîrozkirin.