Cotkarekî Diyarbekirî bi hespî rezê xwe cot dike

Li hin herêmên Bakurê Kurdistanê cotkariya bi hespan hîn jî berdewam dike.

K24 – Diyarbekir

Li hin herêmên Bakurê Kurdistanê cotkariya bi hespan hîn jî berdewam dike. Li Diyarbekirê cotkarek bi salan e ku rezê xwe bi arîkariya heps cot dike. Cotkarê Diyarbekirî dibêje; ji ber ku zeviya wan têr kevir e nikarin bi traktorê cot bikin û ev 20 sal in bi arîkariya hespî cotkariyê dike.

Remezan Bûyûkkiliç cotkarekî kurd e û ev 20 sal in ku li zeviya rezê xwe ya li kêleka bajêra Diyarbekirê bi arîkariya hesp cot dike. Zevî bi kevirên reş ên bazalt tijî ye û traktor nikare lê cot bike. Ji ber vê yekê Remezan Bûyûkkiliç bi malbata xwe re bi hespê xwe yê boz zeviyê dikêle û binê her dareka mêwê bi baldarî dikole. Li gorî gotinên cotkarê navborî, bereketa axa ku kevirên volkanîk di navdeye zêdetir e.

 Cotkar Remezan Buyûkkiliç ji K24ê re got: "Ez vî hespî ji bo cotkirina rezê xwe xwedî dikim. Ez bi vî hespî erdê xwe dikelim û pê diçim malê. Ji ber ku gelik kevir li vir zêde ne ez bi hesp cot dikim. Cotê hespî ji bor ez baş e. Bi vî gîsnî giya li derdora koka darê mêwê namîne. Halet û gîsnê li hesp dikin pê cot dikin. Em salê carekê an du salan carekê gîsinî tûj dikin û pê cot dikin."

Qedexeya Vîrûsa Coronayê cotkar û rêncberan nagire û ew dikarin ji bo hilberînê bixebitin. Da ku zincîra hilberînê qut nebe Remezan Buyûkkiliç li kêleka bajêr li pêşberî avahiyên 15 qatî hem rojiya xwe digire û hem jî li ser 13 doniman cotkariya organîk berdewam dike.

Cotkar Remezan Buyûkkiliç dibêje: "Min ji beriya 20 salan ev rez daniye û ev 20 sal in dikelim. Dimsa me jê tê. Heger ji me zêde jî bike em kîloya dimsê bi 50 lîreyî difiroşin. Cûreyên tîriyên me ev in; şîre, mehûjî, tehnewî, tiriyê xoşavê. Nêzî 10 cûreyên mêwan di nav rez de hene. Tiriyê me ji bo tenduristiyê baş e, em tu dermanan lê nakin. Çi hebe ji erdê tê û Xwedê dide."

Li ser zeviyê ji bilî mêwan darên simaq û hinar û darên tûyan jî hene.  Li gorî gotinên cotkarî, bi vê şêwaza kevneşopî zevî baştir tê cotkirin û dahat zêdetir e dibe. Cotkar Remezan Bûyûkkiliç berhema vê keda xwe ya zor û zehmet di dawiya payîzê de berhev dike. Ji tirî dims, helîl û beniyan çêdike û difiroşe û pê debara xwe dike.

Remezan Buyûkkiliç herwiha dibêje: "Ev kar gelekî zehmet e lê ma em çi bikin; em neçar in. Em cotkar in heger em rez nekin, em genim û  ceh û nok neçînin ka em ê çawa debare xwe bikin. Tiriyê rezê me baş e, hemî şîre ye. Em li mal ji tirî dims û helaw û kesme û basîk çêdikin. Ya zêde jî bike em difiroşin."

Îsal li Bakur baraneke baş lêkir û ax ji avê têr bû. Cotkar Remezan Bûyûkkiliç dibêje;  heger niha cot neke dema dinê gerim bibe erd jî hişk dibe û nikare cot bike. Ji ber vê yekê tevî rojiya remezanê jî divê li rezê xwe cot bike. Cotkarê kedkar, piştî ku roj diçe ava halet û gîsnî ji hespî dike û cila wî lê dike û lê siwar dibe û di nav qelebalixa bajêr de berê xwe dide malê.