Îraq.. 77 haletên nû yên tûşbûnê bi Koronayê hatin tomarkirin
Wezareta Tenduristîya Îraqê amara Koronayê di 24 demjimêrên burî de li seranserî Îraqê bi Herêma Kurdistanê ve jî, belav kir.
K24- Hewlêr
Wezareta Tenduristîya Îraqê amara Koronayê di 24 demjimêrên burî de li seranserî Îraqê bi Herêma Kurdistanê ve jî, belav kir.
Li gor wê ragehandina Wezareta Tenduristîya Îraqê, di dema 24 demjimêrên bûrî de, pişkinîn bo 5,009 gumalêkirîyan hatîye encamdan û tûşbûna 77 kesên din bi Vayrosa Koronayê hate piştraskirin, li parêzgehên Bexda (32), Besra (8), Kerkûk (5), Musenna (80) û Enbar (1).
Wek di ragehandinê de hatîye, di 24 demjimêrên burî de, kesek li Kerbela bi sedema Koronayê canê xwe ji dest daye. Herweha 17 haletên çêvebûnê jî hatine tomarkirin. Li Necef (2), Besra (9). Dîwanîye (1), Zîqar (1), Babil (1) û li Hewlêr jî (3).
Heya niha hejmara tevaya tûşbûyên Vayrosa Koronayê li Îraq gehiştîye 2,296 haletan. Ji evê hejmarê jî (97) kes bi sedema wê Vayrosê canê xwe ji dest dane û 1,490 kes jî bi temamî çêvebûne.