Li Swêdê xwaringehek bi şêwazek cuda xizmeta welatiyan dike

Li Swêdê xwaringehek heye, ku ezmûnek taybet ji kiryarên xwe re pêşkêş dike. Mirov dikare liser mêzekê bi tenê rûn e. Xwarin jî, di zimbîlekê de tê ser mêza wî, bê ku kes aramiya wî, di nav giya û sirûştê de têk bide.

K24- Hewlêr

Li Swêdê xwaringehek heye, ku ezmûnek taybet ji kiryarên xwe re pêşkêş dike. Mirov dikare liser mêzekê bi tenê rûn e. Xwarin jî, di zimbîlekê de tê ser mêza wî, bê ku kes aramiya wî, di nav giya û sirûştê de têk  bide.

Li bajarokê Ransater yê piçûk nêzîkî Stockholma paytexta Swedê mirov dikar ezmûneke taybet û aram û bêdeng di derbas bike..

Di dema ku xelk mijûlî virusê corona ye, ku bûye rêgir hember gelek çalakiyan, xelkê vî bajarokî dikarin serdana xwaringehêkê bikin, lê ji corekî taybet ku kes li derdora kiryar nîne, li ser mêzekê di nav sirûştê de xwarin bi rêya kêbilekî ji dûr ve jê re tê.. bi tenê mejiyê xwe zelal dike..

SB Rasmus Person Damezrêner û Şêf, got:Bawerim ku yek ji tiştên xelk bêriyê dikin, sefere, û ji ber ku geştên cografî di vê demê de nabin, em dikarin bihêlin mejiyên me sefer bikin, ew jî bi rêya xwarinê  û sirûştê..

Xwediyê vê xwaringehê dibîne ku ev yek pêwîstî ye, ji ber ku fişara niha li ser xelkê dihêle li cihekî bigerin da ku bi tenê bin û xwarineke xweş li cihekî bêdeng û pak û kesik bixwin..

SB Rasmus Person Damezrêner û Şêf got: Di vê serdemê de, xelk gelek tiştan ji dest didin, kar û kesûkarên xwe, gelek xelk aqil ji dest didin, lewma çend demjimêr tabet bi te hebin, tu xwarina xweş bixwê tiştekî vexwê û siruşt li derdora te bê pêwîstiya me hemûwane.

li Swedê û berobajî gelek welatan, ku rênmayên dûrketina civakî ji ber belavûbna virusê corona bi cî dikin,  xwaringeh û dibistan û cihên kombûnan vakirî li pêş xelkê man, lê hikûmet xelkê hand dide ji hev dûr bibin û xelkê jî ji ber xwe pabend dibe..