Li bakurê Kurdistanê nirxê bilêtan giran dibe
Diyarbekir yek ji bajarên şaredariya mezin e ku qedexeya derketin û ketina bajêr lê hatiye rakirin. Lê vê gavê jî nekarî geştên otobêsan li otogara Diyarbekirê geş bike
K24- Hewlêr
Diyarbekir yek ji bajarên şaredariya mezin e ku qedexeya derketin û ketina bajêr lê hatiye rakirin. Lê vê gavê jî nekarî geştên otobêsan li otogara Diyarbekirê geş bike. Li otogara Diyarbekirê gelek otobês ji ber ku rêwî nînin di hewşa otogarê de rawestiyane. Di otogara Diyarbekirê de 20 kompaniyên otobêsan hene û hemu jî ji neyîna rêwiyan bi gilî ne. Berpirsên kompaniyan dibêjin ji xwe ji ber bergirên koronayê qasî nîvê kapasîteya otobêsan ew dikarin rêwiyan bistînin ev yek jî têra lêçûnên geştê nake û dahat jî di deste wan de namîne ku muçeyên xebatkaran bidin.
Ramazan Çîftçî-Berpirsê Kompaniya Otobêsê- got: "Tevger tine ye. Qet tine ye. Mirov nayên û naçin. Otogar vale ye. Kesên li vir in jî xebatkar in. Otobês bi 5-6 rêwiyan tên û diçin. Hêviya me ew e ku ev nexweşî xilas bibe."
Ferman Aldan-Berpirsê Kompaniya Otobêsê got: "Niha hatinçûn nîne. Ji ber qedexeyê jî ev rewş derketiye holê. Tikes naçe. Ji bo ku bikaribin Stenbolê divê destur were dayîn. Yên wê derê xebatkar bin dikarin biçin. Otobês vale diçin tên."
Lêçûna Otobêsek ku ji Diyarbekirê diçe Stenbolê tevî sotemenî û muçeyan 5 hezar û 500 lîre ye. Otobêsekê de jî 52 koltix hene û tenê dikare 26 rêwiyan bistîne. Kompaniyên otobêsan ji bo ku bikaribin dahatek berketî bi dest bixin bihayên bilêtan jî bilind kirine. Wek mînak berê bilêta Diyarbekir-Stenbolê 200 lîre bû, lê niha 300 lîre ye. Rêwî jî ji bihabûna bilêtên otobêsan bi gilî ne. Bi teybetî jî amaje dikin ku kesên xebatkar bin ji bo wan ev bihayên bilêtan ji asta hêza wan a kirînê gelek zêdetir e.
Samî Gunguç-Rêwî- dibêje: "Em diçine Wanê em xebatkar in. Emê derbasî bajarê xwe bibin lê bilet jî zehf biha ne. Em ji Antalya tên emê biçin Wanê. Me bilêtek bi 400 lîreyî standiye."
Şukru Şahîn-Rêwî dibêje: "Em karker in 130 lîre yewmiye distînin. Em 2 rojan bixebitin nake heqê rêya me. Em ji Stenbolê hatin bilet 300 lîre bû lê em bi teksiya hevalê xwe hatin 200 lîreyî. Ji vir bo Tetwanê jî dibêjin 160 lîre. Ji Stenbolê heta vêdê 1020 kêlometre ye, ji vir heta Tetwanê 300 kêlometre ye."
Li otogara Diyarbekirê kirêyên kargehan kêmzêde 2 hezar lîre ye û şaredariyê jî kirêyên kargehan heta 25ê meha 12ê paşxisti ye. Lê dê di dawiya salê de jî kirêyên ku hatine paşxistin dê carekê werin dayîn û xwediyên kompaniyan jî dibêjin ev rêbaz qet pirsgirêkên wan çareser nakin û eger rewş asayî nebe û qada geşta otobêsan asayî û geş nebe ew ê di dawiya salê de jî nekaribin kirêyên xwe bidin.