Karvedana Yekîtiya 25 Partiyên Kurd Li Rojavayê Kurdistanê
Li Suriye û Rojavayê Kurdistanê pêşketinên nû rû didin. Rejîma Suriye û Opozisyona Surî daxwaza lihevkirinê guhandibûn Nûnerê Yekîtiya Neteweyan yê Suriyê Geîr Pedersen û piştre jî Tifaqek Nû ku ji 25 partî û rêxistinên Kurd pêk tên di bin banê Partiya Yekîtiya Niştimaniya Kurd de berhev hatin. Siyasetmedar û şîrovekarên siyasî, wan pêşketinan ji bo Kurdistan24 nirxandin.
K24- Amed
Li Suriye û Rojavayê Kurdistanê pêşketinên nû rû didin. Rejîma Suriye û Opozisyona Surî daxwaza lihevkirinê guhandibûn Nûnerê Yekîtiya Neteweyan yê Suriyê Geîr Pedersen û piştre jî Tifaqek Nû ku ji 25 partî û rêxistinên Kurd pêk tên di bin banê Partiya Yekîtiya Niştimaniya Kurd de berhev hatin. Siyasetmedar û şîrovekarên siyasî, wan pêşketinan ji bo Kurdistan24 nirxandin.
Nûnerê Tabet yê Yekitiya Neteweyan Yê Suriyeyê Geîr Pedersen ragihand ku hem rejîm û hem jî opozisyona Suriyeyê ji bo destpê kirina çareseriyan û amadekirina destûreke nû amade ne. Dîsa 25 partî û rêxistinên Kurd yên li Suriyeyê jî yekhêziya xwe ragihandin.
Şîrovekarê Siyasî Doç Dr. Vehap Coşkûn da zanîn ku her çiqas rejîm û opozisyon amadekariya xwe ji bo hevdîtin û çareseriyan ragiahdibe jî, lihevkirina wan hêsan xuya nake û dê daxwazên wan di encamdayîna hevdîtinan de diyarker bibe. Coşkûn balê dikşîne ku PYD bi partiyên nêzîkî xwe ra, navekî guhartiye û ger ku ENKS û partî û rêxistinên din yên Kurd di nav tifaqê de nabin dê nûnertiya Kurdan jî dîsa yekser nebe.
DOÇ. Dr. Vahap Coşkûn- Şîrovekarê Siiyasî got: "Muhtemel e ku herdû alî jî di wê fikre de ne ku mesafeyekî derbas kirine loma wê daxwaza xwe guhandine Yekîtîya Neteweyan. Îro dema ku em li rewşa Suriyeyê binihêrin, rejîma Suriyêye ango Esad hêza xwe zêde kiriye. Yanî gelek dever kiriye bin kontrola xwe. Niha jî 2 pirsgirêk hene li ber rejîma Esad; yek pirsgirêka Îdlîbê ye, ya din jî pirsgirêka herema Kurd e. Dê Îdlîbê çewa sereser bike û statuya Kurdan dê çi be û çewa bibe. ev herdû pirsgirêkên girîng in."
Vahap Coşkûn bal dikşîne ku di çareseriya Suriyeyê de hemû alî ji Rûsya û Emerîqayê daxwaza piştgiriya lihevkirinê de dikin û lomajî divê ewil ew herdû dewlet jî di çareseriyê de nêzî hev bin.
Cîgirê Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistan PSK'ê Bayram Bozyel jî balê dikşîne ku li Suriyeyê jî li Rojhilata navîn jî, çareseriya pirsgirêkan di çareseriya pirsa Kurd e derbas dibe. Bozyel radigihîne ku li Sûriyeyê hewldan ji bo yekhêziya Kurdan demeke berdewam e û yekhêzbûna Kurdan jî dê hem di hevdîtinên bi rejîmê re, hem jî di dîplomasiya navdewletî de destên Kurdan xurt bike.
Bayram Bozyel-Cîgirê Serokê Psk'ê dibêje: "Aliyekî tabî meseleya rejîmê ye, aliyekî jî tifaqbûyîna Kurda ye. Yanî heta ku Kurd din ava xwe tifaq nebin, nikarin bi rejîmê re jî rûnên û nikarin di guftugoyên navdewletî de jî bibin aktoren bibandor û sereke. Ji bo vê yekê hewl didin ku wan bînin ba hev ev hewleke baş e. Bi qeneata min rola Herema Kurdistanê gelek girîng e û li pêş e. Ew hem Rûsya hem jî Emerîqayê teşwîq dikin ku aliyên Kurd berhev bînin û her wiha herdû aliyên Kurd jî ENKS û TEVDEMê ji bo xebatên neteweyî û yekîtiyê teşwîq dikin."
Şîrovekarên siyasî û siyasetmedarên Kurd, lihevkirina 25 partiyên Kurd girîng dinirxînin, lê ji bo ku Kurd li Suriyeyê yekhêz û yekser bibin, divê bi ENKS û partiyên din re jî hevkariyeke neteweyî bê kirin.