Li Tirkiyê 29 kesan bi Koronayê canê xwe jidest dan
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 29 kesên din bi vîrua Koronaya nû Covid-19 canê xwe ji dest dan.
K24 – Diyarbekir
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 29 kesên din bi vîrua Koronaya nû Covid-19 canê xwe ji dest dan.
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 29 kesên din bi koronayê canê xwe ji dest dan û 987 kesên din jî bi koronayê ketin.
Bi vî şêweyî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê heya niha 4 hezar û 369 kesan bi koronayê canê xwe ji dest dane, 157 hezar û 814 kes ji bi koronayê ketine û 120 hezar û 15 kes jî baş bûne.
Li Tirkiyê ku bi biryara hikûmetê, li 81 bajarên Tirkiye û yên Bakurê Kurdistanê ji bo Cejna Remezanê qedexe hatibû ragihandin, îro 26'ê Gulanê heta nîvê şevê berdewam dike.
S. B