Li Tirkiyê 28 kesan bi Korona canê xwe jidest dan

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên bûrî de 28 kesan jî canê xwe jidest dan. Li 66 bajarok û gundan jî karantîn berdewam dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên bûrî de 28 kesan jî canê xwe jidest dan. Li 66 bajarok û gundan jî karantîn berdewam dike.

Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 948 kesên din bi koronayê ketin û 28 kesên din jî canê xwe jidest dane.

Bi vî awayî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê heya niha 158 hezar û 762 kes ji bi koronayê ketine û 4 hezar û 397 kesan canê xwe jidest dane.

Ev di demekê de ye, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, qedexeya derketina derve ku ji bo cejna Remezanê hatibû ragihandin, piştî çar rojan bidawî bû.

Wezareta navxweyî jî da xuyakirin, ji bo 47 hezar û 831 kesan ji ber pabendnebûna wan bi rênima û qedexeyê, siza hatine dayîn.

Herwiha da zanîn, niha li 66 gundên girêdayî 25 bajaran biryara karantînayê berdewam dike ku 61 hezar û 559 kesan li xwe digre. Karantîn li 395 gund û bajarokan jî hatiye rakirin.

 

S. B