Li Tirkiyê 28 kesên din bi Korona canê xwe jidest dan
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 28 kesên din bi vîrusa Korona COVID-19 canê xwe jidest dan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 28 kesên din bi vîrusa Korona COVID-19 canê xwe jidest dan.
Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyeyê Fexredîn Koca da xuyakirin, di 24 demjimêrên bûrî de 948 kesên din bi koronayê ketin û 28 kesan jî canê xwe jidest dan.
Bi vî awayî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hejmara kesên bi Koronayê ketine gihişt 158 hezar û 762 kesan û hejmara kesên canê xwe jidest dane jî 4 hezar û 397 kesan.
Wezîrê Tendirustiyê diyar kir jî, 121 hezar û 507 nexweş Koronayê jî baş bûne.
S. B