Li Tirkiye 28 kesên din bi Korona canê xwe jidest dan

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 28 kesên din bi vîrusa Korona COVID-19 canê xwe jidest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 28 kesên din bi vîrusa Korona COVID-19 canê xwe jidest dan.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyeyê Fexredîn Koca da xuyakirin, di 24 demjimêrên bûrî de 1 hezar û 141 kesên din bi koronayê ketin û 28 kesan jî canê xwe jidest dan.

Bi vî awayî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hejmara kesên bi Koronayê ketine gihişt 162 hezar û 120 kesan û hejmara kesên canê xwe jidest dane jî 4 hezar û 397 kesan.

Wezîrê Tendirustiyê dibêje, encamên derdikevin, di çaçoveya pêşbînaya wan de ne. Herwiha Dide xuyakirin, her çend e di asta pêketin û mirinan de daketin heye jî metirsiya Koronayê berdewam dike.

Li gor biryarên hikûmetê, bi yekê Hezîranê re, gelek beşên jiyana rojane û aboriyê tên asankirin, lê qedexeya derketina derve ji bo kesên jor 65 salan û jêr 14 salan berdewam dike.

 

S. B