Li Tırkiye û bakur piştî 74 rojan mizgeft hatın vekirin

Li Tirkîye û bakur, mizgeftên ku ji 16ê Adarê ve ji ber Vayrosa Korona girtî bûn, piştî 74 rojan bi awayek kontrolî bo nimêja Îniyê hatin vekirin. Welatî bi tevdîr û bi awayekî kontrolî nimêja Înîyê pêkanîn. Lêbelê beşdarîya kêm a jinan bo nimêja Înîyê bal kişand. Li Enqere, li mizgefta herî mezin tenê 3 jin beşdar bûn û 2 ji wan Kurdên Helebê bûn. Jinên ku beşdarî nimêja Înîyê bû bûn, jiber neagahdarkirin a beşdarîya jinan gilî û gazinên xwe bo Kurdistan24 anîn ziman

K24-Enqere

Li Tirkîye û bakur, mizgeftên ku ji 16ê Adarê ve ji ber Vayrosa Korona girtî bûn, piştî 74 rojan bi awayek kontrolî bo nimêja Îniyê hatin vekirin. Welatî bi tevdîr û bi awayekî kontrolî nimêja Înîyê pêkanîn. Lêbelê beşdarîya kêm a jinan bo nimêja Înîyê bal kişand. Li Enqere, li mizgefta herî mezin tenê 3 jin beşdar bûn û 2 ji wan Kurdên Helebê bûn. Jinên ku beşdarî nimêja Înîyê bû bûn, jiber neagahdarkirin a beşdarîya jinan gilî û gazinên xwe bo Kurdistan24 anîn ziman.

Li Tirkîye û bakur mizgeft û camîyên ku ji 16ê Adarê û vir ve ji ber vayrosa coronayê girtî bû, piştî 74 rojan bi awayekî kontrolî bo nimêja înîyê hatin vekirin. Welatî bi tevdîr û bi awayekî kontrolî nimêja înîyê edakirin. Wek tevahîya bajarên Tirkîye û bakur, li Enqereya paytexta Tirkiyeyê jî welatî berê xwe dan mizgeftan.

Li mezintirîn mizgefta Enqereyê li Mizgefta Kocatepeyê ku xwedî 20 hezar kapasîteyê ye bi mesafeya xwe parastinê tijî bû. Tişta balkêş ev bû ku li vê mizgefta mezin bes 3 jin bo nimêjê înîyê hatibûn û ya balkêştir jî ev bû ku duduyê wan, du xwişkên hev bûn û ji Kurdên Helebê bûn.

Kadriye Donmez , got: "Şikir ji Xwedê ra, ku vê rojê nîşanê me da. Tu agahîya me ji bo cihê jinan tunebû, lê belê dîsa jî ez li gel mêrê xwe hatim mzigeftê. Cih hatibû veqetandin, lê belê em 3 jin tenê hebûn. Divê Dîyanet bi taybetî jinan jî agahdar bikira."

Li alîyê din hin welatî jî destnîşan dikin ku ew bizanibûna ku jin jî dikarin bên nimêja înîyê wê li gel hevjîn û xizmên xwe bihatina mizgeftê.

Osman Kirbaş-Welatî- dibêje: Me bi dilrehetî nimêja xwe kir. Lê dexwezla jinên me jî baştir bihatina agahdarkirin. Mixabin çend jin tene hatibûn. Ev kêmasîya me ye. Mizgeft tene ji bo mêran nîne. Mizgeft ji bo hemû jin û mêrên bawermend e."

Di çarçoveya pêngavên normalîzasyonê da, Êdî biryar e li Tirkîyeyê ji vir û şûnda nimêjên înîyê li hewşên mizgeft, dibistan û li park û li stadyûman bête kirin. Her wiha êdî welatî dikarin nimêjên nîvro û esrî li mizgeftan bi cimaetî eda bikin.