2 serbaz û polîsekê Tirkiyê hatin kuştin

Li Colemêrgê 2 serbazên Tirkiyê û li Diyarbekirê jî, polîsek hatin kuştin.

K24- Hewlêr

Li Colemêrgê 2 serbazên Tirkiyê û li Diyarbekirê jî, polîsek hatin kuştin.

Wezareta Bergirî ya Tirkiyê ragihand, li navçeya Çelê ya ser bi Colemêrg a Bakurê Kurdistanê di encama êrişek a PKK'ê de, 2 serbazên Tirkiyê hatin kuştin.  Her wiha li navçeya Rezan a Diyarbekirê jî, di êrişek çekdarî de, polîsek hat kuştin.