Parlamentoya Tirkiyê dest bi rûniştinên xwe yên asayî dike

Parlamentoya Tirkiyê ku di çarçoveya bergiriyên li hember vayrûsa koronayê de ev 48 roj e girtî bû êdî deriyên xwe vekir

K24- Enqere

Parlamentoya Tirkiyê ku di çarçoveya bergiriyên li hember vayrûsa koronayê de ev 48 roj e girtî bû êdî deriyên xwe vekir. Bi vebûna parlamentoyê re mijara hilbijartineke pêşwext, guherandina pergala hilbijartina giştî û ya jûrên pîşesaziyê ku di karantînayê de ji aliyê AKPê û şirîkê wê MHPê ve hatibûne rojevê ji aliyê parlamenterên opozîsyonê ve ji nûve hatin gengeşîkirin. Parlamenterê CHPê yê Eskîşehîrê Utku Çakirozer li ser van mijaran bo Kurdistan24ê axivî û nêrînên xwe parve kir. Çakirozer îddîa kir; di hilbijartinekê de AKP û MHP dê tekez têk biçin û ji desthilatê bikevin.

Bi vebûna parlamentoya Tirkiyê re tawanên ku ji baskê desthilatê anku AKPê û MHPê arasteyî opozîsyonê hatıbibûne kirin û daxwaza guherandina qanûnên heyî ji nûve hatin rojevê. Parlamenterê CHPê yê Eskîşehîrê Utku Çakirozer di vê derbarê de bo Kurdistan24ê axivî û got: di vê proseyê de girtina parlamentoyê yek ji pirsgirêkên herî mezin bû lewra bi vê yekê rê li ber axaftin û çareserkirina kêşeyên heyî hate girtin û taybetî qeyrana aborî hate paşgûh kirin.

Parlamenterê CHPê yê Eskîşehîrê- Utku Çakirozer- got: "Pêwîst bû ku parlamento vekirî ba û bixebitiya lê desthilatê xwest ku girtî bimîne. Niha dîsa vedibe. Ji niha û pê de bo ku rê li ber qeyrana aborî bê girtin û pêdiviyên zarûrî yên welatiyan bên e dabînkirin karê me yê pêşî dê derbarê bergiriyên qeyrana aborî de be."

Çakirozer, derbarê egera hilbijartineke pêşwext, guherandina qanûnên hilbijartinê û qedexeya veguhestina parlamenteran de jî îdda kir; desthilatê ji tirsa têkçûna di hilbijartinê de ev mijar anîye rojevê lê gel, dê vê carê derseke baş bide desthilatê.

Parlamenterê CHPê yê Eskîşehîrê-Utku Çakirozer got:"Aliyê desthilatê êdî dibîne ku welatî piştgiriya wan nake ji loma bo ku dîsa bibin desthilat di nava bizavekê de ne; lê belê êdî xelasiya wan nîn e û gelê me dê vê carê jî derseke baş bide wan."

Çakirozer balkişand ser guherandina pergala hilbijartina jûrên pîşesaziyê jî û got: yek ji meseleyên herî girîng ya Tirkiyê ev e û guhernadina pergala hilbijartinê dê pêşî li ber nîgeraniyê veke û cûdatiya di nava civakê de jî hê zêdetir bike.

Parlamenterê CHPê yê Eskîşehîrê-Utku Çakirozer got:"Derxistina qanûnên bi vî awayî hem ji bo sazkirina yekitiya civaka Tirkiyê astengiyan çê dike hem jî ferq û cûdatiya di nava civakê de kûrtir û zêdetir dike. Tu fêdeya guherandina van qanûnan bo vî welatî nîn e.

Çakirozer di dawiya axaftina xwe de derbarê rakirina bergiriyên li hember vayrûsa koronayê de jî rexneyên xwe anî ziman û îddîa kir; Tirkiyê bo proseya asayîbûnê hê ne amade ye ji loma rakirina bergiriyan dê rîskên mezin jî ligel xwe bîne.