Li Tirkiyê 22 kesên din bi Koronayê canê xwe jidest dan

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 22 kesên din bi vîrusa Korona COVID-19 canê xwe jidest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 22 kesên din bi vîrusa Korona COVID-19 canê xwe jidest dan.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyeyê Fexredîn Koca da xuyakirin, di 24 demjimêrên bûrî de 786 kesên din bi koronayê ketin û 22 kesan jî canê xwe jidest dan.

Bi vî awayî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hejmara kesên bi Koronayê ketine gihişt 165 hezar û 55 kesan û hejmara kesên canê xwe jidest dane jî 4 hezar û 585 kesan.

Wezîrê Tendirustiyê diyar kir jî, 129 hezar û 921 nexweş Koronayê jî baş bûne.

 

S. B