Li Tirkiyê gotegotên ''ragihandina rewşa awarte'' dengveda

Bi vebûna parlamentoya Tirkiyê re rakêşiya di siyasetê de gurtir bû. Mijara guherandina qanûnên hilbijartinê ligel angaştên Kemal Kiliçdaroglu ya derbarê îhtimala îlankirina "rewşa awarte" de li parlamentoyê deng veda

K24- Enqere

Bi vebûna parlamentoya Tirkiyê re rakêşiya di siyasetê de gurtir bû. Mijara guherandina qanûnên hilbijartinê ligel angaştên Kemal Kiliçdaroglu ya derbarê îhtimala îlankirina "rewşa awarte" de li parlamentoyê deng veda

Li Tirkiyê piştî 48 rojan di destpêka vebûna parlamentoyê de mijara guherandina qanûnên derbarê bekçî anku pasevanan de hat axaftin. Lê belê daxwaza guherandina qanûnên hilbijartinê û daxuyaniyên serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di rojeva parlamentoyê de cihê xwe aşkere kir. Daxuyaniya Kiliçdaroglu ku dibêje "van dawiyan hewil tê dayîn ku CHPyî derkevin kolanan û bi saya vê jî 'rewşa awarte' bê îlan kirin" li parlamentoyê deng veda. Serokê BBPê Mustafa Destîcî ev îddîayê bi awayeke qethî red kir.

Serokê BBPê-Mustafa Destîcî, dibêje:"Ez texmîn nakim tiştekî wisa çê bibe. Kemal beg ev îddîa ji kîjan çavkaniyê peyda kiribe divê aşkere bike û ligel me parve bike. Ji ber ku ne di rojeva dewletê de ne jî ya hikûmet û tifaqa Cumhurê de tiştekî bi vî awayî nîn e."

Cîgirê Serokê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê Mustafa Yeneroglu jî amaje kir; niha li Tirkiyê bo îlan kirina "rewşa awarte" tu sedem nîn e lê Yeneroglu balkişand ser guherandina qanûnên hilbijartinê û rexne li desthilatê barandin.

Cîgirê Serokê Partiya DEVAyê, Mustafa Yeneroglu, got:"Van dawiyan desthilat şûna ku ji bo kêşe û arîşeyên gel çareseriyan peyda bike hewl dide bi gengeşî û armanc girtina opozîsyonê ji xwe re rojevên reaksiyonel peyda bike û bi vî awayî sera mijarên girîng bi nixumîne. Bi rastî êdî rêbazek nemaye ku em vê meselê rast û dirûst îfade bikin."

Parlamenterên opozîsyonê jî li ser guherandina qanûnên hilbijartinê fikrên xwe diyarkirin û gotin: ji bo hilbijartineke demokratik û dadwerane pêwîste benda hilbijartinê bê rakirin û divê li parlamentoyê yekem gava ku bê avêtin jî di vê derbarê de be.