Li Tirkiyê serdema medyaya çapkirî bi dawî bû

Veyrosa koronayê ya ku li tevahiya cihanê jiyana rojane guhertiye li gel tenduristiyî û aboriyê bandoreke neyîni li ser çapemeniyê jî kiriye Taybetî jî li Tirkiyê.

K24- Enqere

Veyrosa koronayê ya ku li tevahiya cihanê jiyana rojane guhertiye li gel tenduristiyî û aboriyê bandoreke neyîni li ser çapemeniyê jî kiriye Taybetî jî li Tirkiyê. Li gorî saziyên rojnamevanên Tirkiyê di heyame veyrosa koronayê de medyaya çapkirî ango rojnameya çapkirî ji sedî 60 kêm bûye û ev heyama veyrosê bo xwediyê rojnameyan bûye ferdesndek. Bi boçûna rojnamevanan jî bingeha heyameke nû ya medyaya dîjîtal tê avakirin û li gel bandorên erênî bandorên neyînî jî hene.

Di heyama veyrosa koronayê de bi hezaran rojnamevanan di malên xwe de karê xwe birêvebirin û çendîn rojname jî ne hatin çapkirin tenê online û li ser înternetê hatin belavkirin. Li Tirkiyê jî di rojevê de bi temamî bidawîkirina rojnameyên çapkirî heye û armanc ewe ku bi awayeke dîjîtal ango li ser înternetê bo xwîneran nûçe bêne parvekirin.

Bi boçûna serokê Komeleya Rojnamevanên Nûjen Can Gûleryuzlu di heyama veyrosa koronayê de xwediyê rojnameyan ku ev heyam veke fersendekê dîtin û bingeha pergala nû ya medyayê avakirin.

Can Gûleryuzlu - Serokê Komeleya Rojnamevanên Nûjen dibêje: Di heya ma ku li Tirkiyê li ser çapemeniyê fişarek mezin heye veyrosa koronayê jî ji bo xwediyê rojnameyan bû fersendeke mezin da ku rojnamevanan bi rehetî ji kar derxîn û lêçûnên xwe kêm bikin. Em dibînin ku rojnamyên rojane bi sedhezaran dihatin çapkirin amadekariyan dikin ku derbasî heyama dîjîtal bibin û çapemeniya nivîskî ji sedî 60 kêm bûye. Bi hezaran rojnamevan dê bê kar bimînin û dê wesf û naveroka nûçeyan dê gellek qels bibe. Ev heyama veyrosê bo rojnamevana gellek xirab bû.

Li gorî nûnerê enqerê yê rojnameya Mîlatê Neşe Gûndogdu jî ku piştî bîst salan cara yekeme ev du heyvin rojnameya xwe çap nakin dibêje heyama veyrosa koronayê darbeyek mezin bû li rojnameyên çapkirî û ev heyam bi xwe re bandorên erênî û neyînî tîne

Neşat Gûndogdu -Nûnerê Rojnameya Mîlatê- dibêje: "Bi rastî jî ev heyama veyrosa koronayê darbeyeke mezin li çapemeniya nivîsk da. Piştî 20 salan me jî di heyama veyrosa koronayê de rojnameya xwe çap nekir. Bêgûman heyameke nû di warê çapemeniyê de dest pê dike ev jî medyaya dîjîtal e. Aliyekê ev heyama nû gaveke baş e ji ber ku êdî dê her tişt demeke nêz de li ser înternetê bê parvekirin û dê êdî zêde kaxiz neyê bikaranîn. Lê belê nûçeyên ser înternetê bên parvekirin dê çiqas bawerî pê çêbe ev jî bandoreke neyînî ye û dê her tişt tevlîhev bibe."

Li gorî raportên saziyên çapemeniyê li Tirkiyê di heyama veyrosa koronayê de di navbera 11ê Adar û 31ê Gûlanê de 18 rojnamevan hatin binçavkirin weşanên 5 televizyonên taybet hatin rawestandin. Herwiha li gorî raporta Komeleya Rojnamevanên Tirkiyê jî di heyama veyrosa koronayê de bi sedan rojnamevan bê kar mane û ev bêkarî dê rojên bê de bi hezaran derbas bike.