Qedexeya hatinûçûnê li rojavayê Kurdistanê 10 rojan hate dirêjkirin

Hevserokatiya Hevbeş a Civata bicîkar a bakurê rojhilatê Sûriyê di daxuyaniyekê de biryara qedexeya hatinûçûna bi şev, ji bo dem a deh rojan dirêj kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Qedexeya hatinûçûnê li Rojavayê Kurdistanê ji bo dema 10 rojên din hat dirêj kirin.

Hevserokatiya Hevbeş a Civata bicîkar a bakurê rojhilatê Sûriyê di daxuyaniyekê de biryara qedexeya hatinûçûna bi şev, ji bo dem a deh rojan dirêj kir.

Ew qedexe ji demjimêr 7ê êvarê ta demijmêr 6ê sibeha roja din berdewam dike, herweha ta demijmêr 6ê sibeha roja 16 vê mehê berdewam dike.

Rêveberiya Xweser diyar jî kir, Xwaringeh, dukan û cihên Olî dikarin bi bicîhkirina rêkarên xweparastinê ji Vayrosa Korona vekin, û wan dergehê El-Tayihe-Tebqe girtî hiştî ye û tinê ji bo xwendevan û nexweşan vekirî ye.

 

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment