Peykersaz Erdal Utu piştî 3 mehan dîsa atolyeya xwe vekir

Bi belavbûna Vîrusa Koronayê gelek pîşeyên hunerî rawestiyan. Peykersazek Diyarbekirî jî hewl dide ji nu ve hunera bidomîne. Peykersaz Erdal Utu dibêje peykersazî şibakeya wî ya jiyanê ye û ew dixwaze rengên dîroka Kurdistanê di hunera xwe de bi awayeke azad bide nîşan.

K24- Amed

Bi belavbûna Vîrusa Koronayê gelek pîşeyên hunerî rawestiyan. Peykersazek Diyarbekirî jî hewl dide ji nu ve hunera bidomîne. Peykersaz Erdal Utu dibêje peykersazî şibakeya wî ya jiyanê ye û ew dixwaze rengên dîroka Kurdistanê di hunera xwe de bi awayeke azad bide nîşan.

Peykersazê Kurd Erdal Utu ku ji meha adarê ve ji ber vîrusa Koronayê atolyeya wî ya peykersaziyê girtî ye ji nu ve deriye hunera xwe vedike. Erdal Utuyê ku gelek bêriya atolyeya xwe û peykersaziyê kiriye li gel krîza aborî hewl dide debara xwe bi keda deste xwe peyda bike û vê yeke jî bi peykersaziya ku ji zaroktiyê ve meyla wî li ser e bike. Peykersaz Erdal Utu dibêje dema ku ew biçuk bû wî hunerek tenê nas dikir ew jî dengbêjî bû. Qet nedihat bîra wî ku dê rojekê bibe peykersaz û tevî ku nedizanî peykersazî çiye bi dar û keviran mijul dibu.

Erdal Utu-Peykersaz- got:"Dema ez zarok kli gund bim mereqa min ser hebu. Destê min nedisekinî. Tiştek xirap bibuya ez li ser mijul dibum. Min digot ev xirap buye, ji bo ku ez çekim min wisa digot. Ez 4-5 salî bûm. Li gund tenê dengbêjî hebu, wekî din min hunerek din nas nedikir. Min nedîtibu. Bavê min dengbêj bû.

Peykersazê ku 20 sal in teşe dide kevir û daran amaje dike gelek caran gotin têrê nakin ku ew xwe îfade bike lê bi rêya peykeran ew hêsantir xwe îfade dike û dibêje dema wî peykersazî nas kiriye wê demê ji xwe re gotiye şibakeya wî ya jiyanê peykersazî ye. Erdal Utu dide zanîn yekem peykerê ku wî di jiyana xwe de dîtiye peykerê damezrênerê Komara Tirkiyeyê Ataturk e û paşê wî fam kiriye ku paşê wî fam kiriye ku peykersazî hember Kurdan wek nijarperestî hatiye bikaranîn.

Erdal Utu-Peykersaz- dibêje:"Piştî ku min pêkersazî nas kir ji min re bû rêya xweîfadekirinê. Min tiştên dile xwe dan der. Ez vereşiyam. Ji min re bû dev. Nijadperest dema diçin ser axek din êrîşî dîrok û mîmariya wan dikin. Barajan jî ji ber wê çêdikin. Di Kurdistanê de gelek gund, peyker man di bin avê de."

Xeyal û armanca sereke ya Peykersaz Erdal Utu ew e ku di pêşerojê de li derveyî bajêr atolyeya xwe veke û bi berhemên xwe pêşangehek servekirî ya peykeran saz bike. Her wiha projeyek wî jî heye ku remzên dîroka Kurdistanê bi peykeran bi nifşên nû bide nasîn.