Cêgirê serok komarê Îranê bo K24: Dikarin bêjin tirsa hişkbûna Gola Ormyê nemaye

Cîgirê Serokomarê Îranê derbarê vejandina Gola Ûrmyê bo Kurdistan24 ragihand, niha metirsîya hişkbûnê liser Golê nema ye. Got, di destpêka werzê zivistana îsal de, projeya sereke bo rizgarkirina wê Golê ji hişkbûnê, bidawî dibe. Lê xelkê deverê, hîn jî, ji rizgarkirina Golê ji hişkbunê, biguman in.

K24- Hewlêr

Mehemde Baqir Newbext, cêgirê serokkomarê Îranê got:  Nûçeyeka dilxweşker bi min re ye, bo tevaya suriştdostan û ew kesên ku nîgeranî zuhabûna Deryaçe ya Wirmê bûn. Pirojeya veguhaztina 500-600 milyon metir çargoşe ya avê ji bendava Pîranşar vo deryaçeya Wirmê li meha Kanûna Yekem ya ev sal bi dwaî dibe.

 Herweha got: Ew kar bi rêya 36 Kîlometir tunêl û 12 Kilometir kenal digehe  Golê.

Got jî: Dikarin bêjin Gol hatîye vejîyandin û êdî tirsa zuhabûnê li ser nemaye. Hêvî dikim bikarin evê destkevtê biparêzin.