ENKSe û Yekîtîya Niştîmanîya Kurdî rêkeftina Duhokê kirin bingeha serekeya danûstandinan

ENKSe û partyên Yekîtîya Niştîmanîya Kurdî li ser nerîneke syasî ya hevbeş li hev kirine, û rêkeftina Duhokê jî wek bingeheke sereke bo danûstandnan destinîşan kirine.

K24- Hewlêr

ENKSe û partyên Yekîtîya Niştîmanîya Kurdî li ser nerîneke syasî ya hevbeş li hev kirine, û rêkeftina Duhokê  jî wek bingeheke sereke bo danûstandnan destinîşan kirine.

 Encûmena Niştîmanîya Kurdî li Sûriyê (ENKS)yê û partîyên  Yekîtîya Niştîmanîya Kurdî  di daxuyanîyeke hevbeş de ragehandin ku wan qonaxa yekem ya danûstandinên yekrêzîya Kurdî bidawî anîne û gehiştine nerîneka sîyasîya hevbeş.

Herweha herdû alîyan tekezî li ser wê yekê kirine ku rêkefitna Duhokê ya sala 2014yê bi serperiştîya serok Barzanî hatiye wajûkirin bibe bingeheke sereke bo berdewamîya danûstandnan.

Mihemed Ismaîl, Endamê serokatiya ENKSyê, got:Encûmena Niştîmaniya Kurdî û partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdî qonaxa yekem ya danûstandinên yekrêziya Kurdî  bidawî anîn, û gihiştin nerîneke hevbeş ya siyasî, û rêkeftina Duhokê ya sala 2014yêde derbarê şeraket û desthilat  û rêveberî û bergiriyê  wek bingeheke sereke ji berdewamiya van danûstandinan re hate destnîşan kirin, bi armanca gihiştin bi rêkeftineke  dawî û temam di demeke nêzîk de.

Herweha  Aldar Xelîl, yek ji serkirdeyên partîyên Yekîtîya Niştîmanîya Kurd ragehand, ku herdû alîyan tekezî li ser yekrêzîya alîyên Kurdî kirine û dazanîn ku divê hevkarîyeke piraktîkî bê kirin û di berjewendîya gelê Kurd li Sûriyê be.