Hevpeymanîya dijî Daişê supasîya Serok Barzanî dike
Wilyam Robak, cêgirê Hevpeymanîya Nêvdewletî Dijî Daişê piştî rêkkevtina alîyên Rojava ya Kurdistanê supasîya serok Mesûd Barzanî kir bo gehiştine evê qonaxa ji hev nêzîkbûna alîyan li Rojavaya Kurdistanê. Got jî: Emerîka hêvîdare ev pêngav bibe binemaya avakirina binaxeyeka bihêz bo gelê Kurd li Suriyê.
K24- Hewlêr
Wilyam Robak, cêgirê Hevpeymanîya Nêvdewletî dijî Daişê piştî rêkkevtina alîyên Rojava ya Kurdistanê supasîya Serok Mesûd Barzanî kir bo gehiştine evê qonaxa ji hev nêzîkbûna alîyan li Rojavaya Kurdistanê. Got jî: Emerîka hêvîdare ev pêngav bibe binemaya avakirina binaxeyeka bihêz bo gelê Kurd li Suriyê.
Di vî bwarî de, Wilyam Robak di kongireyeka rojnamevanî de, got: Dixwazim bi navê hikumeta Herêma Kurdistanê stayîşa hewlên herdû alîyan bikim ji wan pêşkevtinên wan encam dane di danûstandinê xwe de. Herdeû alî gehiştine li hev têgehiştineka destpêkî. Herweha bikarhîna rêkkevtina Duhokê ya 2014yê wek binaxeya danûstandina û pêşveçûn di wan danûstandinan de û em jî evro li vir in bo pîrozabhîkirinê li evê pêşkevtinê ku pêngaveka giringe. Belê bêguman hêj gelek kar maye bihêt encamdan, tevê evê yekê jî herdû alîyan gelek pêngav havêjtine heya gehiştin evê qonaxê, ku di ayînde de ev pêngavên hanê li berjewedîya gelê Kurd e.
Herweha got: Ez di wê bawerîyê de me ku em dikarin bi evê pêngavê karên mezintir ava bikin û danûstandinên berfirehtir bikin û di ayînde de tevaya alîyên bakûrê rojhelata Suriyê li xwe bigire.
Got jî: Dixwazim supasîya Ceneral Mezlûm bikim bo hewlên wî. Herwha Supasîya Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî dikim bo hewlên wan ji bo yekrêzîya Kurd.