ENKS: Amerîka welatên cîran ji diyalogê agahdar kirine
Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Nîmet Dawûd di derbarê rola Amerîka di danûstandinên di navbera ENKS û Partiyên Yekîtiya Niştimanî de radigihîne, Amerîka welatên cîran ji van danûstandinan agahdar kirine.
K24 – Navenda Nûçeyan
Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Nîmet Dawûd di derbarê rola Amerîka di danûstandinên di navbera ENKS û Partiyên Yekîtiya Niştimanî de radigihîne, Amerîka welatên cîran ji van danûstandinan agahdar kirine.
Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Nîmet Dawûd ji K24ê re ragihand, bêhtir ji du mehan e danûstandin navbera ENKS û Partiyên Yekîtiya Niştimanî (PYD û hevalbendên wê) de bi serperiştiya şandeyê Amerîka William Roebuck û Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî û bi piştevaniya Serok Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî birêve diçin. Mebesta wan ji van danûstandinan jî ew e, ew bigihin rêkeftineke giştgîr di hemû warên siyasî, serbazî, îdar û aborî de.
Dawûd diyar kir, piştî du mehan ji danûstandinan, duhî wan daxuyaniyeke hevbeş belav kir, mebesta wan jê ew bû, morala gelê Kurd bilind bibe, ku ew danûstandin her berdewam in û herdu alî jî rijd in ku bigihin rêkeftinekê.
Tekez kir jî, ew gihîştin hevtêgihîştineke siyasî ya hevbeş, tê de xalên girîng ên girêdayî pirsa Kurdî, pirsa niştimanî ya Sûrî û pirsa herêmê ve hene, wek helwesta herdu aliyan ji pêşroja Sûriyê, proseya siyasî ya krîza Sûriyê, opozîsyona Sûriyê bi giştî, welatên cîran û bicihkirina mafên Kurd di Sûriyê de, bi awayekî ku dê bibe cihê dilrihetiyê li cem her Sûriyekî, pêkhateyên Sûriyê û welatên cîran.
Herwiha da zanîn, di qonaxa duyem a danûstandinan de, rêkeftina Duhokê ya bi serperiştiya Serok Barzanî di 2014an de hatiye îmzekirin, dibe bingeha danûstandinan, ta rêkeftineke nû li ser wê ava bikin.
Aşkere kir jî, di rêkeftina Duhokê de xalên pehn hebûn, ku li ser erdê nakokî di şîrovekirina wan de derketin. Lê vê carê dê ew xal di hemû waran de bi hûrî bêne guftûgokirin.
Nîmet Dawûd got: Rêkeftina di navbera ENKS û Partiyên Yekîtiya Niştimanî de bê îmzekirin, dê ne li dijî ti alîyekî yan welatekî be, herwiha dê bikeve berjewendiya giştî ya Sûriyê û doza Kurdî bi taybetî.
Di derbarê rola Amerîka di diyalogê de, Nimet Dawûd aşkere kir, Amerîka serperiştiya vê diyalogê dike û ew gerentiya bicihkirina vê rêkeftinê dike. Herwiha Amerîka welatên cîran ji vê diyalogê agahdar kirine. Lê Şandeyê Amerîkî helwesta welatên cîranî neda xuyakirin.
Endamê Desteya Serokatiya ENKSê got kî: ENKS beşek ji opozîsyona Sûriyê, beşek Îtîlafa Niştimanî ya Opozîsyonê û beşek ji Desteya Danûstandkar e, heta niha ti pirsgirêk ji aliyê opozîsyonê li ser vê diyalogê derneketine. ENKS jî her aliyekî dilniya dike, ku ev rêkeftin dê ne li dijî ti kesî be û dê ji opozîsyona Sûriyê re alîkar be.
S. B