Oso: Tevayiya welatên Rojava, piştgirê yekrêziya Kurd li rojavayê Kurdistanê ne

Endamê desteya Serokatî ya ENKS Silêman Oso ji K24 re diyarkir, ku “Desteya Serokatiya ENKS, Emîndariya Giştî liser hurgiliyên yekrêziya Kurdî agahdarî dan e û piştgiriyek xurt ji Emîndariya Giştî ji bo Desteya Serokatiya ENKS, herweha pîrozbahiya yekrêziyê hatiye kirin

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Emîndariya Giştî ya Encûmena Nûştimanî ya Kurdî li Sûriye (ENKS) piştî rêkeftina ligel Partiyên Yekîtiya Niştimanî yên Kurd (PYNK) yekem civîna xwe lidar xist. Rêkeftina ligel PYNK ji bo rewşa navxweyî û derveyî ya doza Kurd û rojavayê Kurdistanê bilind nirxand.

Endamê desteya Serokatî ya ENKS Silêman Oso ji K24 re diyarkir, ku “Desteya Serokatiya ENKS, Emîndariya Giştî liser hurgiliyên yekrêziya Kurdî agahdarî dan e û piştgiriyek xurt ji Emîndariya Giştî ji bo Desteya Serokatiya ENKS, herweha pîrozbahiya yekrêziyê hatiye kirin. Proseya pêş me, proseya rêkeftinê liser mijarên idarî, serbazî, ewlekarî, aborî û h w d dibin û em b hêvî ne, di wan de jî dê lihevtêgihiştin û rêkeftin encam bide. Di qonaxek nêzîk de, em dê derbasî diyaloga liser van babetan bibin û bi hêvî ne bi erênî encam bidin”.

Silêman Oso anî ziman, ku: “Wekî ENKS em di wê baweriyê de ne, ji bo ku em proseyê hevkar, bi evbeşî birêve bibin, dive di destê yekem de rêkeftina siyasî pêk hatiba. Ji bo vê yekeê, pêngava yekem serxistina nêzîkahiya siyasî bû. Piştî danûstandinên domdirêj me karî di ware siyasî de yekhelwestiyek derxin pêş. Wekî, sekna me beramberî pêşeroja Sûriye, Em dibîn in, ku Sûriye ya pêşerojê – Sûriyeyek federal, yekgirtî be û nasandina mafên hemû pêkhateyan destûrî be. Liser doza Kurd yekhelwestî ya me çêbû. Em dibînin, ku: Milletê Kurd, liser xaka xwe ya dîrokî/cografî dijî. Mafên neteweyî yên Kurd ligor peymanên navneteweyî yên mafên nasandina neteweyan were şikl kirin. Herweha  xaka Kurdî, girêdanek cografî/giştgîr heye û dive nasandin di destûrê de di vê çarçoveyê de hebe. Rejîma Sûriye ye heyî, wekî rejîmek dijî mafên hevwelatiyên Sûriye û êrîşbar pênase dikin. Sûriye di proseya pêş de, dive sistemek ne-navendî be. Bêguman em piştgirê Biryara neteweyên Yekgirtî ya 2254 ne”.

Liser pejirandina Rêkeftina Dihokê wekî binemaya danûstandinan Oso diyarkir: “Serkirdayetiyek demkî tê avakirin, ku yasadaner, biryarder û cîbicîkar be. Pirs û pirsgirekên heyî bigre dest û jib o çareseriya wan xwedî desthilat be”.

Herweha Oso beşdarî û piştgiriya Amerika di diyaloga Kurdî-Kurdî de bilind nirxand: “Proseya diyaloga Kurdî-Kurdî di bin serpereştiya Balyoz William Robak û alîkara wî de jî, birêve çûn. Rolek gelek girîng di pêkhatina lêtêgihiştinê de lîstin, ji bo ku em bikaribin bigihin rêkeftinê. Di astengiyên hatî pêş de, rolek gelek erêênî lîtin, ku werin çareserkirin. Divê em bêjin: Dewletên Ewrûpa hemû piştgir û alîkarê yekrêziya Kurdî ne. Em rêz û spasiyê ji bo vê hest û helwêstê diyar dikin”.

 

Fly Erbil Advertisment