Naveroka civîna Nêçîravan Barazanî û Berhem Salih

Bo çareserkirina arîşeyên di navebera Herêma Kurdistanê û hikumeta Îraqê de, serokê Herêma Kurdistanê û serok komarê Îraqê li Bexda civîyan û rêçareyên derbazbûnê ji kirîza abûrîya Îraqê hatin behiskirin.

K24- Hewlêr

Bo çareserkirina arîşeyên di navebera Herêma Kurdistanê û hikumeta Îraqê de, serokê Herêma Kurdistanê û serok komarê Îraqê li Bexda civîyan û rêçareyên derbazbûnê Îraqê ji kirîza abûrî hatin behiskirin.

Evro Şembîyê,20/6/2020 li Bexda Dr. Berhem Salih, serok komarê Îraqa fedral pêşwazî kir li Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê. Li gor ragehandineka serokatîya Herêma Kurdistanê derbarê wê civînê, di wê civînê de, ku cêgirên serokê Herêma Kurdistan amade bûn, tekezî hatekirin li ser giringîya çareserkirina arîşeyên di navbera hikumeta Fedral û hikumeta Herêma Kurdistanê li gor destûr û bi rêya hevkarî û hevahengîya hevpişk ve, bi awayekê ku ku mafê tevaya Îraqîyan paraztî be û dadwerîya civakî têde hebe.

Di pişkeka dî ya civînê de, li gor wê ragehandinê, çareserîyên pêwîst bo derbazbûna Îraqê ji kirîza abûrî hatin behiskirin. Herweha tekez hatekirin li ser hevahengî û hevkarîya hemû alîyan bo rûbirûbûna Vayrosa Koronayê û rêgirtinê ji belavbûna wê.