Nêçîrvan Barzanî û Mistefa Kazimî civiyan
Îro şemî 20.06.2020 li Bexda Mistefa Kazimî Serok Wezîrê Iraqê pêşwaziya Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê kir.
K24- Hewlêr
Îro şemî 20.06.2020 li Bexda Mistefa Kazimî Serok Wezîrê Iraqê pêşwaziya Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê kir.
Di civînê de ku herdû Cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê amade bûn, Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê li rêzdar kir, paşê kêşeyên di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û karkirina ji bo çareserkirina wan li gor destûra Iraqê û çawayiya rûbirûbûna wan gefên niha ku rûbirûyê welat bûne, hate guftûgo kirin.
Her dû alî girîngiya hevkarî û hemahengiya Hikûmeta Federal û Herêma Kurdistanê bi mebesta derbaskirina gefan dûpat kir, bi taybetî qeyrana aborî ku li encama daketina nirxê neftê û encamên pejika virusa Korona ve Iraqê li xwe girtiye.
Her dû alî her wiha tekez li wê yekê kirin ku derbaskirina qeyranan û rûbirûbûna rewşa dijwar ya welat û vegerandina aramiyê, pêwîstiya bi hemahengî û hevkariya hemûyane.
