Hevpeymaniya Navdewletî 3 pêgehên DAIŞê li Kerkûkê jinav dibe

Hevpeymaniya Navdewletî bi hevahengiya ligel hikûmeta Iraqê, li nêzîkî Kerkûkê, 3 pêgehên DAIŞê bombebaran kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevpeymaniya Navdewletî bi hevahengiya ligel hikûmeta Iraqê, li nêzîkî Kerkûkê, 3 pêgehên DAIŞê bombebaran kirin.

Li gor daxuyaniyeke Hevpeymaniya Navdewletî, wan bi hevhangiya bi hikûmeta Iraqê re pêgehên DAIŞê li geliyê Şay li Kerkûkê bombebaran kirin.

Diyar kir jî, cihên hatine bombebarankirin, nêzîkî 20 K.M li rojavayê Xurmatûyê ye, cihên hatine bombebarankirin, gelekî dijwar e û çekdarên DAIŞê xwe tê de vedişartin..

Peyvdarê Hevpeymaniya Navdewletî Myles Caggins di wê derbarê de ragihand, hêzên ewlehiyê yên Iraqê DAIŞê şikandiye û planên wê yên tekînî hene ji bo rûbirûyî DAIŞê bibe.

Di daxuyaniyê de hatiye jî, jinavbirina van heşargeh û cihên veşartinê yên DAIŞê, dê bibe sedema peydabûna aramiyê li gund û bajarên nêzîk.

Diyar kir jî, her êrîşeke esmanî ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî, bi daxwaza hikûmeta Iraqê re dibe.

 

S. B