Li Germiyan kesekî bi Koronayê canê xwe jidest da

Kesekî din li devera Germiyan bi Koronayê canê xwe jidest da û hejmara kesên li Germiyanê canê xwe jidest dane, gihîşt 5 kesan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Kesekî din li devera Germiyan bi Koronayê canê xwe jidest da û hejmara kesên li Germiyanê canê xwe jidest dane, bû 5 kes.

Peyamnêrê K24ê li Germiyanê da zanîn, li gor zanyariyên destpêkê, ewa canê xwe jidest daye, jineke 44 salî ye û li nexweşxaneya Qela ya Kalarê bû.

Peyamnêrê me got jî: Hejmara kesên li devera Germiyanê bi Koronayê canê xwe jidest dane, gihîşt 5 kesan.

Li gor zanyariyên peyamnêrê me, heta niha zêdetir ji 40 nexweşên Koronayê li nexweşxaneya Qela ya Kalarê ne, ku taybet e ji bo nexweşên Koronayê.

Amaje bi wê jî da, hejmareke din a hilgirên vîrusa Koronayê li Germiyanê hene, lê ji ber ku rewşa wan a tendirustiyê cîgir e, bijîşkan pê re gotine, li malên xwe di kerentînê de bin.

Heta niha Herêma Kurdistanê 3 hezar û 539 kes bi vîrusa Koronayê ketine û 101 kesan jî canê xwe jidest dane.

 

S. B