Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bikaranîna maskan dibe neçarî

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bikaranîna maskan dibe neçarî. Ji sibê û pê ve kesên demamik bikarneyînin, bi 900 Lîreyên Tirkiyê tên sizadan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bikaranîna maskan dibe neçarî. Ji sibê û pê ve kesên demamik bikarneyînin, bi 900 Lîreyên Tirkiyê tên sizadan.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ji bo parêzgarên 81 bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê fermannameyek şand ku qedexeya bikarneanîna demamikan sibe dest pê dike.

Li gor fermanê, li 48 parêzgehan li her derê jiyanê bikaranîna mask neçarî ye. Li 33 bajaran jî, li navendên kirîn û firotinê, mol û markêt û kafe û xwaringeh û cihên ciwankariyê neçarî ye.

Desthilata Tirkiyê bi meha Hezîranê re derbasî qonaxa duyemîn ya rûbirûbûna Koronayê bûbû û di gelek waran de qedexe hatibûn rakirin.

  

 

S. B