Rêveberiya Xweser 10 zarokên DAIŞê radestî Fransayê kirin
Rêveberiya Xweser 10 zarokên çekdarên DAIŞê yên Fransî radestî şandeke Wezareta Derve ya Fransayê kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêveberiya Xweser 10 zarokên çekdarên DAIŞê yên Fransî radestî şandeke Wezareta Derve ya Fransayê kirin.
Hevserokê Desteya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Omer ragihand, şandeke Wezareta Derve ya Fransayê serdana baregeha wan li Qamişlo kir û wan 10 zarokên çekdarên DAIŞê yên sêwî radestî şanda Fransî kirin.
Berî demekê Rêxistina UNICEF ragihandibû, nêzîkî 28 hezar zarokên çekdarên DAIŞê yên biyanî di kampên Rêveberiya Xweser de hene, ji nava wan 20 hezar Iraqî ne û daxwaz ji welatan kiribû, zarokên we ne werbigirin
Herwriha UNICEF tekez kiribû, 17 welatan zêdetir ji 650 zarokî wergirtine û vegerandine welatên xwe.
S. B