Li Bursayê 4 kesan di lehiyê de canê xwe jidest dan
Li Kestela navçeya Bursayê ji 4 kesên di lehiyê de winda bûbûn, termê 3 kesan hat dîtin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Kestela navçeya Bursayê ji 4 kesên di lehiyê de winda bûbûn, termê 3 kesan hat dîtin.
Ji ber barîna baranê, li Kestela navçeya Bursayê lehî rabû û Parêzgarê Bursayê Yaqûb Canpolat ragihand, 2 kes di lehiyê de canê xwe jidest dane û 2 kes jî winda ne.
Tîmên hawarhatinê li Taxa Kayacikê di xebatên lêgerînê kirin û termê 2 kesan li kêleka cem dîtin û rakirin morga Nexweşxaneya Bajêr a Bursayê.
Li heman derê 200 mêtro dûrî van terman, termê jinekê jî hat dîtin. Ji bo kesê din jî bê dîtin xebat dewam dikin.
Hat ragihandin, tîmên AFADê, UMKEyê, xebatkarên lêgerîn û rizgarkirinê ya saziyên civakî, xebatkarên rewşa bilez û cendirmeyên girêdayî Fermandariya Cendirmeyan a Bursayê li herêmê dixebitin.
S. B